Parlamenterê HDP'ê Eksik: Têkildarî Wezîrê Tenduristiyê fikarên me hene 2018-07-13 10:17:57   ÎDIR - Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Dr. Habîp Eksîk, piştî Serok û xwediyê Zanîngeha Medipol a taybet Fahrettin Koca bû Wezîrê Tenduristiyê têkildarî tayinkirina Wezir Fahrettîn Koca nerîn û fikarên xwe anîn ziman. Dr. Eksîk, diyar kir ku piştî Koca bû Wezîrê Tenduristiyê, fikarên wan ên der barê tenduristiya civakî de zêde bûne û wiha got: "Em hevî dikin ku Wezîr bi çav û feraseta muşterî li nexweşan nanere."    Serokomar Tayyip Erdogan, piştî kabîneya nû ava kir, Serokê Lijneya Rêveber û Heyeta Mutevellî yê Zanîngeha Medipol Fahrettin Koca wekî Wezîrê Tenduristiyê tayîn kir. Piştî Koca bû Wezîrê tenduristiyê bertek û nerazîbûnên rêxistinên demokratîk û siyasî zêde dibin. Parlamenterê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Îdirê Doktor Habip Eksik, têkildarî rewşa Wezîrê Tenduristiyê Koca nerînên xwe parve kir û xwest Wezîr bi çavê bazirganiyê li nexweşan nenere. Parlamenterê HDP'ê Eksîk, anî ziman ku kesekî wisa bûye Wezîr fikarên wan zêde ne û wiha got: "Em hevî dikin ku ev wezîr bi çavê tucar û muşterî li nexweşan nanere. Em hevî dikin ku di polîtîkayên tenduristiyê de polîtîkayên zanistî û demokratîk pêş bixe. Eksîk, anî ziman ku piştî OHAL hat îlankirin, bi KHK'yan gelek personelên profesyonel ji kar hatin dûrxistin û di qada profesyoneliyê de kêmasiyên pir mezin hene û wiha got: "Gelek xizmetkarên tenduristiyê ji kar hatin avêtin. Xizmetkarên tenduristiyê yên man jî rastî tundiyê hatin. Sendîka xistin tekela îktîdarê. Ewlehiya kar ji holê rakirin. Di demên dawî de bi Nexweşxaneyên Bajar, hemû xismetên tenduristiyê kirin qada rant û bazirganiyê. Piştî Nexweşxaneyên Bajaran bi çavê muşterî li nexweşan nerîn. Ji bo bazirganiyê bêtir rê li xerçkirina dermanên zêde vedikin. Ji bo tenduristiya gel, dê nexweşiyên mezin belav bibin.  Dê maliyeta nexweşan zêdetir bibe. Dê gelek nexweşxaneyên dewletê bên girtin."     'DEWLET QÎMETÊ NADE NEXWEŞXANEYAN'    Dr. Habîp Eksîk, anî ziman ku dewlet bi zanebûn nexweşxaneyan li paş dihêle û qîmeta ku tê xwestin nade qada tenduristî û nexweşxaneyan. Eksik, da zanin ku li gelek bajaran li şûna nexweşxaneyên dewletê nexweşxaneyên taybet pêş dikevin û ji aliyê teknolojî û personel ve kêm tên hiştin. Li gelek bajaran nexweş ji bo biçin tedawî bibin ji bajarekî bi qasî 200-300 kilometre diçin bajarekî din. Ev jî dibe sedema mirina gelek kesan.  Ger ku têkiliya Fahrettin Koca bi nexweşxaneyên taybet ên aydî wî re hebin divê bi lez têkiliya xwe qut bike. Em hevî dikin ku Wezirê nû bi çavê bazirganî û muşterî li nexweşan nenere. Ger ku nexweşxaneyên taybet ên wezîr hebin em bi fikarin ku bêtir bi alî tev bigere û hemû derfetan pêşkêşî nexweşxaneyên xwe bikin. Divê têkiliyên xwe bi van nexweşxaneyan re qut bike.    Eksik, çend pêşniyar ji Wezîrê Tenduristiyê Koca re kir û pêşniyarên xwe wiha rêz kir:    * Divê xizmetên tenduristiya parastinê xurt bike û pêş bixe. (Derzî, kontrolên pençeşêrê, şopandina nexweşên kronik). Divê hêjmara nexweşên hekîmê malbatê kêm bikin. Hêjmara personelan zêde bikin.    * Divê feraseta nexweşxaneyên taybet bi dawî bikin. Divê hemû xizmetên tenduristiyê bi destê dewletê û bê pere bê kirin.    * Tenduristiya Kar a cihê Kargehan û ewlehiyê divê pergala hekîmtiya cihê kar, li hemû cihê kar bi periyodik bi destê dewletê bê pere xizmetê bide.    * Divê ewlehiya kar a hemû kedkaran bê parastin. Divê kedkarên hatin îxrackirin bi lez li karê xwe vegerin.    * Divê pekaninên SGK û Bagkur bê karikirn. Divê hemû welatî bê pere û wek hev ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin.    * Divê li bajaran poliklinikên semtan ên  bê kêmasiya techîsatên hên avakirin. Divê navendên tenduristiyê di qada laboratuar û radyolojikê de têr û tije bin.    * Divê li hemû bajaran di her branşê de têk û tije personel bên bicih kirin. Divê qada 112 a lezgîn bê xurntkirin û hêjmara ambulansan bê zêdekirin."      MA / Mahmut Ruvanas