'Di 10 rojan de 20 jin hatin kuştin’ 2017-10-18 13:57:45 HATAY - Jinên Îskenderûnê qetilkirina Helîn Palandoken şermezar kirin û diyar kirin ku dê şopdarê doza Palandoken bin. Jinan, aşkere kir ku di 10 rojan de 20 jin hatin kuştin.   Platforma Jinên Îskendrûnê, bi armanca şermezarkirin qetilkirina Helîn Palandoken a 17 salî ya li nevçeya Pendîka Stenbolê ji aliyê Mustafa Yetgîn ve bi tifinga pompeyê hat kuştin, li avahiya Şaxa Egîtîm Sena Îstenderûnê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin berdarî civînê bûn. Berdevka Platformê Aysel Eşiyok daxuyanî da û got ku ew ê li dijî qetilkirina Helîn bêdeng nîmîn in.    'DI 10 ROJÊN DAWÎ DE 20 JIN HATIN KUŞTIN'    Eşiyok, anî ziman ku ji bo ew hesabê kuştina Helîn bipirsin û jinek din neyê qetilkirin, hatin gel hev. Eşiyok, da zanîn dinava 10 rojan de 20 jin hatin kuştin û wiha axivî: “Em ê şopdarê doza Helîn bin. Helîn tenê yek ji jinên li vî welatî hatin qetilkirin e. Ên ku jinan naparêzin, berpirsê cînayeta Helîn in. Jin ditirsin derbikevin koçeyan. Lê tenê derdê wan qanûna miftîtiyê ye. Ger ev qanûn derbikeve, em ê tu carî qebûl nekin.”   'ME ÎSYAN KIR'   Eşiyok, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hêrsa me mezine. Me îsyan kir. Em carek din ji kesên li hemberî cînayetên jinan bêdeng dimînin re, dibêjin êdî bes e. Divê Helîn û dayika wê bibe parçeyek têkoşîna me. Niha jî dora axatinê ya me ye. Em soz didin ku em ê ji bo jinên mîna Helîn têbikoşin.”