Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da 2025-12-13 13:10:05   ŞIRNEX -Dayika Aştiyê û rêvebera DBP'ê ya Silopyayê Bahar Çaltû ku bi salan e di nava xebatên têkoşîna azadiya gelê Kurd de cih digirt, jiyana xwe ji dest da.   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê û Rêvebera Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Silopiya Bahar Çaltû demek dirêj bû li nexweşxaneyek taybet a Amedê dihat tedawîkirin û şevê din jiyana xwe ji dest da. Cezaneyê Bahar Çaltû serê sibê li goristana li taxa Ofîsê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê hat definkirin.   Dayika Aştiyê Bahar Çaltû bi salan bû di nava xebatê têkoşîna azadiya gelê Kurd cih digirt. Sê birayên Bahar Çaltû di demên cuda de di nav têkoşîna azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane. Dayîka Bahar Çaltû herî dawî di rêveberiya Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Silopyayê de cih digirt.   Ji bo Dayika Bahar Çaltû li mizgeta Mele Muslim ya taxa Şehîd Harûnê şîn hat danîn.