Eren Keskin: Duh Çîller-Agar, îro jî Soylû 2018-07-13 09:17:05   STENBOL - Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku Tirkiye bi pergala nû re derbasî pergala yekzilamiyê bûye. Keskîn got, sembola dewleta ku niha AKP li ser re duh Tansû Çîller û Mehmet Agar bûn, niha jî Suleyman Soylû ye.    Li Tirkiyeyê Pergala Hikûmeta Serokomariyê ket meriyetê. Di vê pergalê de jî Suleyman Soylû ku gef li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan xwaribû wekî Wezîrê Karên Navxweyî hat peywirdarkirin. Ev yek jî nîşan dide ku dê Soylû di polîtîkaya xwe ya şer de israr bike.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn, destnîşan kir ku bi heman peywirê peywirdarkirina Soylû tê wateya AKP'a ku digot "Serdema Torosên spî qediya" bi heman ferasetê rêya xwe didomîne û dê bi vê pergala nû re Rewşa Awarte mayînde bibe.    Keskîn, da zanîn ku di salên 1990'î de li Tirkiyeyê du klîkên cuda yên wek "dewleta kûr" û "hikûmet" hebûn û got: "Di wan deman de desteka gel a ji bo hikûmetan kêm bû. Mesela herî zêde bi rêjeyeke ji sedî 30 dikaribûn bibin îktîdar. Lê vê carê hikûmeta ku ji sedî 52 deng girtine heye, a rast kesek tenê heye. Loma partiyeke ku têkiliyeke wê ya wisa ya xurt ku bi dewleta kûr re heye tirsnak e û dê çewisîner be."      Eren got: "Di salên 90'î de gelek cinayetên ji aliyê kontrgerîla dihatin kirin, windahiyên di bin çavan de, şewitandina gundan hebû. Lê azadiya ramanê bi qasî niha nehatibû sînrodarkirin û binpêkirin." Keskîn, diyar kir ku lê belê îro mirov ji ber fikr û rexneyên xwe wekî "terorîst" tên darizandin û got: "Loma pêvajoyeke tirsnak e."    ‘SOYLÛ SEMBOLA VÊ PERGALÊ YE'    Keskîn destnîşan kir ku a rast bi vê pergala nû re Tirkiye derbasî pergala "yekzilamiyê" dibe û got: "Ligel vê dema em li wezîrên ku kesekî ew hilbijartinê dinêrin, em dibînin ku dê polîtîkayên şerî, yên ewlehiyê û dijberiya kurdan ên berê dê bidomînin. Çimkî Suleyman Soylû, sembola vê pergalê ye." Her wiha Keskîn gotina Mehmet Agar ku ji bo Soylû gotibû "wek kurê xwe jê hez dikim" bi bîr xist.    Keskîn axaftina xwe wiha domand: "Wisa difikirim ku tu qîmeta Serfermandarê Giştî tune ye. Çimkî piştî hewldana darbeyê Serfermandarê Giştî hema bêje li gor daxwazên hikûmetê tev geriya. Loma pir neheyirîm. Lê belê hefteyek berê Suleyman Soylû bi şêweyeke gefxwarinî û bi feraseteke ku nehesibandina kurdan axivî. Ev yek nîşan dide ku dê di pêş de pêvajiyeke çewisîner dest pê bike û em parêzvanên mafên mirovan vê yekî wekî tiştekî tirnak dibînin."    ‘AZADIYA KESAN DI NAV LÊVÊN KESEKÎ DE YE'    Keskîn kabîneya nû wekî "kabîneya şer" pênase kir û anî ziman ku niha fîgura Tansû Çîller, Mehmet Agar, Dogan Gureş, Velî Kuçuj ku ji aliyê dewletê ve dihatin birêvebirin Suleyman Soylû ye. Keskin got: "Nêrîna dewleta Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka kurd, nêrîneke ku li ser neçareserkirinê hatiye pêşxistin. Em nêrîn her diçe zêde dibe. Çimkî berê mekanîzmayên ji bo serlêdanê zêde bûn. Lê niha di pergala yekzilamî an jî serokatiyê de mekanîzmayên ji bo serlêdanê tune ne. Niha mafên azadiya kesan di nav lêvên kesekî de ne. Loma ev pêvajo pêvajoyeke cuda ye."    ‘EGER DEWLET BIXWAZE DÊ PÊVAJOYÊN NÛ DEST PÊ BIKIN'    Li gorî Keskînê rêveberiya Erdogan biryara polîtîkayên şerî tevî hin hêzên navnetewî girtiye. Keskîn, da zanîn ku Tirkiyeya ku endamê NATO'yê ye tim amadekariyên şer dike û got: "Ez vî tiştî başd izanim. Me di pêvajoya ku jê re dibêjin 'pêavjoya çareseriyê' de mirov pir kfêxweş bûn. Nexwe dema dewlet bixwaze bi rastî jî dikare pêvajoyeke çareseriyê ya nû bide destpêkirin û dê herkes rihet bibe. Loma em parêzvanên mafên mirovan axaftineke der barê şerî de tercîh nakin. Ya dikeve ser milê me ew e ku em çareseriyên aştiyane derxin pêş."    Keskîn destnîşan kir ku di dîroka Tirkiyeyê de niha ew şahidiya serdemeke herî xirab dikin, lê belê şert û merc çi dibin bila bibin wê tim biêtkoşin.    MA / Elif Çetiner - Servet Karaduman