Mehmet Ocalan: Çav û guhê milyonan li Îmraliyê ye 2018-07-13 09:15:18   RIHA – Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan tecrîda li ser Ocalan nirxand û got: “Çav û guhê milyonan kesan li Îmraliyê ye.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Grava Îmraliyê ye, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi parêzerên xwe re, ji 11’ê îlona 2016’an ve jî bi malbata xwe re nikare hevdîtin pêk bîne. Malbata Ocalan bal kişand ser tecrîdê û bang li raya giştî û gelan kir ku ji bo başkirina şert û mercên Ocalan tev bigerin.    Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku ji roja Ocalan anîn Tirkiyeyê û vir ve di bin tecrîdê de radigirin û got: “Hin serdeman tecrîdê nerm kirin. Hin deman jî tecrîdê giran kirin. Ev 19 sal e hîç tecrîd nehatiye rakirin.”    ‘LAZIM E DESTÛRÊ BIDIN HEVDÎTINA MALBATÊ’    Ocalan da zanîn ku tecrîda pêk tê ji nîsana 2015’an ve hin girantir bûye û wiha got: “Tenê ez carek çûm hevdîtin. Hemû serlêdanên me yên hevdîtinê jî ji ber sedemên pûç û vala tên redkirin.”    Ocalan bang li hemû civaka navnetewî kir û wiha dewam kir: “Ji bo demokrasî li Tirkiyeyê bicih bibe û aştî li Rojhilata Navîn mayînde bibe, divê riyên hevdîtina bi Ocalan re bên vekirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Dibe ku hûn polîtîk û siyasî ji Ocalan hez nekin, lê bes ew vîna bi milyonan gel e. Tecrîdkirina kesek vîna bi milyonan û binpêkirina rêgezên hiqûqa navnetewî nayê qebûlkirin. Niha çav û guhê bi milyonan kes li Îmraliyê ye. Ji 2016’an ve agahî jê nayê girtin. Ji bo gumanên bi milyonan ji holê rabe divê demildest destûr bê dayîn û hevdîtin pêk were.”    ‘TECRÎD BÊ ŞIKANDIN DÊ AŞTÎ PÊK WERE’    Ocalan anî ziman ku lazime di serî de gelê kurd û hemû gelên li ser axa Rojhilata Navîn li dijî tecrîdê têbikoşin û got: “Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin divê bi lezgînî bikevin tevgerê. Heta ji destê dewletê tê nagire rojeva xwe. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo têkoşîna demokratîk bê lipêşxistin, lazime em tecrîdê bişkênin. Heke tecrîd bê şikandin dê şertên pêkanîna aştiyê çêbibin. Çumkî nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye.”    ‘PÊWÎSTE DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN’    Xwişka Ocalan, Fatma Ocalan jî axivî û destnîşan kir ku ew ji rewşa birayê xwe Ocalan bifikar e û got: “Em nizanin rewşa tenduristiya wî çawa ye. Baş e gelo an na. Ji bo ev fikarên me ji holê rabin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.”   ‘TECRÎD ŞER KÛR DIKE’    Xwarziyê Ocalan, Alî Ocalan jî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan hin bêtir şer kûr dike û wiha got: “Ev nêzîkatî ji aştiyê re xizmet nake. Heke hevdîtin bi Ocalan re bihatana kirin, dê ev pêvajoya tundiyê jî tunebûya. Ocalan ji bo ku ev rewşa tundiyê derneketa holê wê gelek tiştan bikira. Li gorî min Ocalan di navbera gelên Tirk û Kurd de pira aştiyê ye. Divê dewlet vê yekê baş bibîne.”    Ocalan da zanîn ku lazim e hêzên demokratîk û saziyên navnetewî berpirsyariya xwe bînin cih û şertên li İmraliyê bên başkirin û riyên hevdîtinê bên vekirin.    MA / Erdogan Alayumat