ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-13 09:00:32 * Fatma Tûran û Zuleyha Tûran ku li Çemê Şemaşê dijîn, bi destbûlûnk û parzûnê debara xwe dikin û bi vî awayî çanda xwe berdewam dikin.  * Paleyên ku ji serê sibehê heta êavrî bi tirpanê zad diçinînin, ji şert û mercên xwe yên xebatê ne razî ne. Mehmet Coşanê ku 35 sal in vî karî dike, got ji ber betaliyê tenê hêviya wî dest û milên wî ne.   * Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku Tirkiye bi pergala nû re derbasî pergala yekzilamiyê bûye. Keskîn got, sembola dewleta ku niha AKP li ser re duh Tansû Çîller û Mehmet Agar bûn, niha jî Suleyman Soylû ye.    * Hevberdevka Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Îlknûr Alcan, anî ziman ku li girtîgehên li herêma Marmarayê her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û "jiyana yektîpî" li girtiyan tê ferzkirin.    * Gihayê gulhesilê ku ji bo tenduristiya jinan baş e, bi taybetî jî ji bo sancoyên di dema reglê de tesîra wê zêde ye. Kîmyager Semra Yeşîl jî xwest jin sûdê ji nebatên xwezî bigirin.    * Endama Înîsyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê Leyla Tûrhan, diyar kir ku sedema zêdebûna îstismarkirina jin û zarokan sedemên derûnî ne. Tûrhan got, Rewşa Awarte û pêkanînên bi vî rengî di civakê de şidet û îstismarê zêde kirine.   * Ji Aktîvîstên Komeleya Zarokan a Rojevê ya ji ber xebatên mafên zarokan  bi rêve dibir hat girtin Mehet Onur Yilmaz, diyar kir ku dewlet navbeynkariya îstîsmara zarokan dike û got: “Civak jî di mijara tundiya zarokan de cûdakariyê dike.”     * Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan tecrîda li ser Ocalan nirxand û got: “Çav û guhê milyonan kesî li Îmraliyê ye.”   *  Danişina doza rojnameger Barış Barıştiran, Cigerxwin Înce,  Serdar Altan û Fuat Yaşar ku bi sedema di hesabê medya civakî de nûçe parve kirine doz li wan hat vekirin û ji salekê heta 1 salan 5 ceza ji wan tê xwestin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.30)    * Baroya Amedê dê ji bo Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li Sûra Amedê hat kuştin li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)    * Komeleya Mafên Civakî (SHD), ji bo balê bikişîne ser komkujiya Soma û Çorlu dê li Kolana Bahariye ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.30   * “Dayikên Somayî dê bi drûşmeya "Ji bo zarokên me edalet" ji Soma bimeşin Enqereyê. Malbat dê ewil li Stenbolê biçin li ber girtîgeha Sîlîvrî daxuyaniyê bidin çapemeniyê û piştre bimeşin Enqereyê (13.00/20.00)