Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be 2025-12-11 09:01:25   WAN - Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Mûstafa Ozoral got: “Ger dewlet bibêje ez ê bi Kurdan re aştiyê pêk bînim, divê êdî di vê qonaxê de rêzdar Abdullah Ocalan ê ku Kurd wî weke rêber dibînin, serbest berde.”   Bi hevdîtina Komîsyona Meclisê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxa duyemîn bû. Weke şertê pêşîn ê qonaxa duyemîn, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê hêviyê derdikevin pêş. Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Mûstafa Ozoral, destnîşan kir ku divê mafê hêviyê bê naskirin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin.   'DIVÊ KOMÎSYON ÊDÎ PÊŞNIYARÊN ŞÊNBER PÊŞKÊŞ BIKE'   Ozoral diyar kir ku heta niha hikumetê tu gaveke berçav a ku xizmeta pêvajoyê bike neavêtiye û ev yek bandorek neyînî li ser pêvajoyê kiriye û ev tişt got: “Heta îro, li Meclisê ji bilî avakirina Komîsyona ku bingeheke wê ya qanûnî tune, tu gavek nehatiye avêtin. Vê komîsyonê heta niha hin rêxistinên civaka sivîl û kesan guhdarî kiriye û herî dawî çûye Îmraliyê û bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk aniye. Komîsyon êdî qonaxa guhdarîkirinê temam kiriye. Tişta ku divê komîsyon ji niha û pê ve bike ev e; li ser veraskirina qanûnên ku heta îro polîtîkayên înkar û îmhayê meşandine xebatan bimeşîne û gavên pêwîst bavêje. Ev yek wê xizmetê ji aştiya civakî re bike. Heta ku di vê mijarê de pêşketinên şênber çênebin, ew baweriya bi aştiyê ya ku di civakê û gelê Kurd de heye, wê qels bibe. Ji bo ku pêvajo nexitime, divê tavilê gavên şênber bên avêtin."   'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'   Ozoral diyar kir ku li welêt hiqûqeke awarte tê sepandin û wiha pê de çû: "Divê TMK, qanûna înfazê, destûra bingehîn, CMK û qanûnên rêveberiyên xwecihî bên guherandin. Heta ku di van mijaran de gavên şênber neyên avêtin, rêveberiyên xwecihî neyên xurtkirin û hemû xalên destûra qanûnî yên ku hiqûqa awarte diafirînin neyên verastkirin, behsa avakirina aştiyê ne pêkan e. Heke dewlet dibêje 'ez ê bi Kurdan re aştiyê pêk bînim', divê di vê qonaxê de rêzdar Abdullah Ocalanê ku Kurd wî wekî rêber dibînin, rasterast serbest berde. Divê şert û mercên xebata azad jê re bên amadekirin. Di çarçoveya van şertên xebata azad de jî divê derfet bên afirandin da ku fikr û ramanên xwe hem ji civakê û hem jî ji cîhanê re ragihîne. Sala 2014'an Konseya Ewropayê der barê rêzdar Abdullah Ocalan û girtiyên din de biryar dabû ku divê 'mafê hêviyê' were bicihanîn, lê tevî van biryaran heta niha tu gavên şênber nehatine avêtin û di qanûnan de guherîn nehatine kirin."   Ozoral bal kişand ser 11'emîn Pakêta Darazê ya ku anîne Meclisê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi awayekî aşkera tê dîtin ku rêzdar Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi temamî li derveyî vê yekê hatine hiştin û ji vê pakêta nû ya darazê sûd wernagirin. Di vê çarçoveyê de em bawer dikin ku divê Konseya Ewropayê, nexasim ji bo pêkanîna biryarên der barê Tirkiyeyê de, zexteke cidî bike."   'POLÎTÎKAYÊN QEYÛMAN ZIRARÊ DIDIN PÊVAJOYÊ'   Ozoral destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûman zirarê didin pêvajoyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku hêviyên gelê Kurd ên ji bo aştiyê bi cih werin, divê tavilê dev ji polîtîkayên qeyûman ên ku îradeya gelê Kurd nas nakin bê berdan û vegera hevşaredaran a ser karê xwe wê bibe biryareke rast. Mifteya aştiya civakî di rêveberiyên xwecihî re derbas dibe. Hevşaredar ji dozên ku wekî hinceta qeyûman hatibûn nîşandan berat dikin. Hê çend roj berê Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji dozên ku dihatin darizandin berat kirin. Di vê pêvajoyê de vegera hevşaredaran a ser wezîfeyê pêwîst e. Ev jî dê bibe gaveke girîng ji bo ku pêvajo ber bi aliyê erênî ve biçe."   MA/Lutfu Pala