Di doza Dînk de Metîn Yildiz û Alî Oz hatin berdan 2018-07-12 16:43:28 STENBOL - Di doza cînayeta Hrant Dînk de, rayedarên Îstîxbara Cendirmeyan a Trabzonê Metîn Yildiz û Alî Oz hatin berdan.    77'emîn danişîna doza Gerinendeyê Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dink, li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku 7 jê bersûcên girtî bi giştî 85 bersûc tên darizandin de, Fermandarê Cendirmeyan ê Trabzonê Ali Oz û Erhan Tuncel, Midûrê Polîsan ê berê yê Trabzonê Reşat Altay Midûrê Şaxa Îstîxbaratê ya Polîsan a Stenbolê Ahmet Îlhan Guler jî di navde 8 bersûc amade bûn. Şandeya dadgehê di danişîna îro hat dîtin de, ji bo rayedarê Îstîxbara Cendirmeyan a Trabzonê Metîn Yildiz û Fermandarê Cendirmeya Trabzonê yê wê demê Alî Oz biryara berdanê da.   Dûre dadgehê danişîn talûqî 24, 25, 27 û 28’ê Îlonê kir.