Komek din a leşkerên Iraqê anîn Xabûrê 2017-10-18 13:23:23 ŞIRNEX - Komek din a leşkerên Iraqê anîn Qada tetbîqatê ya Deriyê Sînor a Xabûrê.   Berî referanduma serxwebûna Herêma Ferderal a Kurdistanê, Hêzên Çekdarî ya Tirk (TSK) di 18’ê Îlonê de li ser Sînorê Xabûr a Navçeya Sîlopiya Şirnexê tetbîqeta leşkerî ya da dest pê kirin, didome. Duh bi şev komek din a leşkerên Iraqê li qada tetbiqetê bi cih kirin. Leşkerên Iraqê bi balafirên kargo anî Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya li ser rêbejahiya Cizîr û Hexezê û bi 2 otobusên zirxî sewqî herêmê kirin.     Berê jî komek leşkerên Iraqê anîbûna qada tetbîqadê.