Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin 2025-12-10 15:04:18 NAVENDA NÛÇEYAN - OHD, TÎHV û baroyan li gelek bajaran bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li gelek bajaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser têkoşîna li dijî polîtîkaya necezakirinê.  Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û baroyan li gelek bajaran bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan.    ENQERE   Baroya Enqereyê, bi boneya sala 77’an a qebûlkirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Yukselê daxuyanî da. Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû diyar kir ku parastina mafên mirovan, hem berpirsyartiya hiqûqnasan hem jî y derdorên civakê ye.     Koroglû, îşaret bi binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û cîhanê kir û got: “Êdî şert û mercên giran ên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind hema hema veguherîne pergala înfazê ya tîpa bîrê.” Bi domdarî Koroglû, anî ziman ku divê hevsengiya di navbera azadî û ewlehiyê de mafên mirovan hebe û got: “Mafên mirovan weke qadekê lûtfê çênabin. Mafên mirovan, encamekî xwezayî ya însanbûnê ye. Ev maf çiqas werin parstin ewqas dijîn. Weke Baroya Enqereyê em ê binpêkirinên mafên mirovan bişopînin, li hemberî her mexdûriyetekê bisekinin û hêza hiqûqê mezin bikin.”    RIHA    Şaxên OHD û ÎHD’ê û Baroya Rihayê jî li pêşiya baroyê daxuyanî dan. Parêzer, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û gelek kes tev li bûn.    Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Songul Arpayê di daxuyaniyê de got ku wan saleke bi binpêkirinên mafên mirovan derbas bûyî li pey xwe hiştine û got ku ji bo binpêkirinên mafên mirovan belge bikin, ji bo bidawîkirina polîtîkaya necezakirinê û ji bo parastina mafên mirovan dê têkoşîna xwe bidomînin.      Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   DÊRSIM   Endamên Şaxa ÎHD’a Dêrsimê û gelek welatiyan jî li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dibînin, bêdeng nabin, têdikoşin. Mirov bi mafên xwe mirov e” hate hilgirtin. Girseyê heta pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan meş li dar xist. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ozgur Ateş di daxuyaniyê de got ku hewceye di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber bên avêtin, îsal asta binpêkirinên mafan a li seranserî welat zêde bûne.     Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn pêşiya bîrdariyê.    EDENE   Şaxa ÎHD’a Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî da. Hevseroka ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker di daxuyaniyê de banga tevlibûna çalakiya zincîra mirovan a ku dê di 13’ê Kanûnê de were lidarxistin kir. Parastvanên mafên mirovan, ji Parka Înonuyê heta navenda bajêr bultenên mafên mirovan li ser belav kirin.    HATAY   Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî li Parka Jiyana Bitendurist daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Adil Bahtiyar behsa binpêkirinên mafan kir û got: “Armanca me ew e ku li welat û dinyaya me edalet, aştî û demokrasî serwer bibe û jji bo vê jî dê têkoşîna me bidome.”    MÊRSÎN   Bi heman boneyê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li Parka Zarokê Azad, bi dirûşma “Ji her kesî re wekhevî, ji bo wekheviyê aştî” daxuyanî da. Hevseroka Şaxê Zeynep Kayayê di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, şertên giran ên li girtîgehan, êrişên ser mafên azadiya xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê û got: “Em dibînin, bêdeng nabin û têdikoşin.” Zeynep Kayayê bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku li dijî şer, cihêkarî, xizanî û tundiyê ew ê nirxên mafên mirovan biparêzin.     STENBOL   Şaxa ÎHD’ê û Nûnertiya TÎHV’ê ya Stenbolê jî bi heman boneyê li Qada Sûltanahmetê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji her kesî re wekhevî, ji bo wekheviyê aştî” û dovîzên “Îşkenceya tecrîdê bi dawî bikin”, “Ji îstîsmarkirina zarokan re bibêje bisekine”, “Tundiya polîsan bi dawî bikin”, “Astengiyên li pêşiya azadiya raman û xweîfadekirinê bi dawî bikin” û “Dawî li cînayetên karker-kar bînin” hatin hilgirtin. Çalakvanan dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” berz kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy, parastvanên mafan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.     ‘JI BO PÊVAJOYÊ EM Ê SEFERBER BIBIN’    Oya Ersoyê di daxuyaniyê de got ku Tirkiye ji mafên mirovan dûr dikeve û bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Oya Ersoyê got: “Ji bo em vê pêvajoyê veguherînin firsendekê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, em ê biisrar û biînad têkoşîna xwe bidomînin. Weke ÎHD’ê ji bo pêvajo bi aştiyê biencam bibe û demokrasî jinûve were avakirin, em ê hemû xebatkarên xwe seferber bikin.”   Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.    ÊLIH   Şaxa ÎHD’a Êlihê jî tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Di salvegera qebûlkirina danezana gerdûnî ya mafên mirovan de; em dibînin, bêdeng nabin, têdikoşin” hate hilgirtin.    Rêveberê Şaxê Metîn Nas di daxuyaniyê de got: “Welatê me, ji sala 2016’an heta niha her çend hatibe gotin ku di 19’ê Tîrmeha 2018’an de hatiye rakirin jî, bi rejîma OHAL’ê ya mayinde ve tê birêvebirin. Vê pêvajoyê firsend da îktîdara siyasî ku bi destûra bingehîn neke û rêgezên serweriya hiqûqê binpê bike û ji xwe re referans negire.”   Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.   SÊRT   Li Sêrtê jî li pêşiya Şaxa ÎHD’ê daxuyanî hat dayin û pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxê Ahmet Erzen di daxuyaniyê de got ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin.       ENQERE    Şaxa ÎHD’ê û Nûnertiya TÎHV’ê li navçeya Çankayayê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Konurê daxuyanî dan. Ji ber ku polîsan bîrdarî bi wesayîtan dorpêç kirin û daxuyanî asteng kirin, daxuyanî li pêşiya wesayîtan hate xwendin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin, Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Endama ÎHD’ê Asli Viyan Saraç di daxuyaniyê de got ku rejîma OHAL’ê hêj didome û ji ber vê jî di sala 2025’an de gelek binpêkirinên mafên jiyanê çêbûne. Her wiha Asli Viyan Saraçê da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 4 hezar kesan cezayê muebbedê yê girankirî hatiye birîn, cîbicînekirina “mafê hêviyê” li dijî rûmeta mirovahiyê ye û xwest ev maf bê cîbicîkirin. Asla Viyan Saraçê xwest ku girtîgehên bi ewlekariya bilind, yên bi tîpên S û Y’ê bên girtin û di serî de Girtîgeha Îmraliyê, divê îzolekirina girtiyan were bidawîkirin.    Bi bomdarî Asli Viyan Saraçê bal kişand ser pêvajoyê û got tenê bi bernameyeke demokratîkbûnê dikare bi ser keve. Asli Viyan Saraçê herî dawî jî got ku dê têkoşîna wan a ji bo mafên mirovan bidome.    Aydin û Bakkalci jî di axaftinên xwe de dê têkoşîna wan a ji bo jinûveavakirina dewleta hiqûqê bidome.    WAN   Baroya Wanê, Platforma Şaxan a Wanê ya KESK’ê, Şaxa ÎHD’ê, Koordînasyona Bajar a Wanê ya TMMOB’ê, Şaxa OHD’ê û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê jî li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.   Sekretera Tedawiyê ya Nûnertiya TÎHV’ê ya Wanê Ayfer Şahîn Bîlîcî di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoyê û got ku tevî pêvajoyê jî îktîdara siyasî cihêkarî û nîjadperestiyê pêş dixe, ji aboriyê heta tenduristiya civakê her mijarê dike pirsgirêka ewlehiyê, di pirsgirêkên navxweyî û navneteweyî de polîtîkaya tundiyê esas digire û di encama vê de jî di sala 2025’an de li seranserî welat gelek binpêkirinên mafan hatine kirin.     NEBÛNA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE    Ayfer Şahînê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got ku ji îşkenceyê heta astengkirina mafê tenduristiyê binpêkirinên mafan ên cidî tên kirin û cîbicînekirina “mafê hêviyê” jî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Di berdewamê de Ayfer Şahînê binpêkirinên tecrîd, azadiya fikr û raman, azadiya xweîfadekirinê û azadiya çapemeniyê bi bîr xist. Ayfer Şahînê got ku yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û xwest ji bo vê mijarê bernameyeke demokratîkbûnê bê çêkirin.    Pitşî daxuyaniyê, girseyê belavok belav kir.