Cezayê girtîgehê yê dan Zuhal Olcay hat erêkirin 2018-07-12 15:50:28   STENBOL - 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ya bi îdîaya “Heqaret li Serokkomar kir” li Zuhal Olcay hatibû birîn li Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Stenbolê hat erêkirin.    Dadgeha Cezayê Eslî ya 46’emîn a Anadoluyê, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ya bi îdîaya “Heqaret li Serokkomar kirin” li hunermend Zuhal Olcay birîbû, li Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Stenbolê hat erêkirin. Bi vê biyarê re misoger bû ku Olcay dê bikeve girtîgehê.