Biryar dan ku qeyûm tayînî hebûna malê zaroka 4 salî bikin 2018-07-12 15:09:58   STENBOL - 3'emîn danişîna doza velayeta zaroka 4 salî ya Aylin Işik ku di parastina rewşa de neçar ma Cihangir Işik bikuje, hat ditin. Di danişînê de heyeta dadgehê biryar da ku qeyûm tayînî zer malê zarokê wan ê 4 salî bike.    3'emîn danişîna doza welayeta zaroka 4 salî ya Aylin Işik a ku ji neçarî parastina rewa kiribû û Cihangir Işik kuştibû, li 4'emîn Dadgeha Malbatê ya Gaziosmanpaşa hat dîtin. Di danişîna doza zaroka 4 salî de Parêzera Aylin Işik, Esin Yeşilırmak û malbata Cihangir Işik ê xwestin zarok bibin amade bûn. Di danişînê de Taner Taş û Sezgin Dag wekî şahid hatin guhdar kirin. Şahidan ji bo zarok nedin Aylin Işik îdiayên cuda pêşkêş kirin. Heyeta dadgehê biryar da ku malbata Cihangir Işık ê dozdar li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hefteyê rojekê ziyaret bikin û wî bibînin. Heyetê dîsa biryar da ku qeyûm tayînî malê zaroka 4 salî bikin. Doz taloqî 25'ê Cotmehê kirin.