Li Çiyayê Lîsê ji ber bombebaranê şewat derket 2018-07-12 14:33:23   AMED – Li Çiyayê Lîs û derdora wê ya girêdayî navçeya Pasûrê bi hinceta operasyona leşkerî helîkoptêran  herêmê bombebaran kir û li qada daristanê şewat derket. Leşkeran gundan dorpêç kir û nahêle welatî mudaxeleyî şewatê bikin.    Hat ragihandin ku li Çiyayê Lîs ê girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê bi hinceta operasyona leşkerî hat bombebarankirin. Li gundên Bira Zeyna, Temira, Çirik û Dinarê yên li derdora çiya bi rojane di bin dorpêça leşkeran de ne. Duh bi şev SÎHA û helîkoptêran bombebaran kir. Ji ber bombebaranê li Çiyayê Lîs û derdora wê şewat derket. Şewat li qada daristan geş bûye. Leşkeran bi hinceta operasyon heye gundan dorpêç kiriye û destûr nadin ku şêniyên gundan biçin mudaxeleyî şewatê bike.    ŞEWAT MEZIN DIBE   Duh bi şev şêniyên gundê Bira Zeyna li gorî derfetên xwe mudaxaleyî şewatê kirin û vê deverê xistin bin kontrolê. Hat zanîn ku li gundên din ji ber dorpêçkirina leşkeran kes nikare mudaxele bike û şewat li herêmê belav dibe û gur dibe.    WALÎTIYÊ CIH NEDA ŞEWATÊ    Walîtiya Amedê jî têkildarî operasyona leşkerî duh daxuyanî da û îdia kiribû 3 kes jiyana xwe ji dest da û gelek muhîmat hat girtin. Lê Walîtiyê cih neda şewata li daristanê derketiye û daxuyanî neda.