Biryara girtina derbarê Firat Anli de dê li benda înfazê bisekine 2018-07-12 14:15:56   AMED – Hevaşeradarê Amedê Firat Anli yê qeyûm tayînî şûna wî kirin jî di nav de doza derbarê 50 kesan de hat dîtin û rakirina fermana girtina Anli dê li benda înfazê bê sekinandin. Dadgehê doz taloqî meha kanûnê kir.    Li gundê Kurşunlu yê girêdayî navçeya Pîranê ya Amedê bi îdiaya di înşata Goristana Şêx Seîd de ya di 2014’an de hat çêkirin Hevaşaredarê Amedê Firat Anli yê qeyûm tayînî şûna wî kirin di nav de der barê 50 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Mehmet Sidik Kalkan, Îbrahîm Zeren, Mehmet Salîh Çelebî û Zulfiye Kîşmîr ên ji dozek din girtî tên darizandin û hin kesên serbest tên darizandin û parêzer tev li danişînê bûn.    Danişînê bi xwendina belgeyên dozê dest pê kir. Parêzeran xwest biryara kontrola edlî ya derbarê kesên serbest tên darizandin de bê rakirin.    Dozgerê danişînê di mutalaya xwe xwest ku rakirina fermana girtina derbarê bersûcan de li benda îfanfazê bê sekinandin û kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin.    Parêzerê Firat Anlî, Cîhan Aydîn bibîr xist ku biryara girtina derbarê miwekîlê wî de li dijî hiqûqê ye û xwest ev biryar bê rakirin. Parêzerên din jî yek bi yek mafê axaftinê girtin û xwestin ku kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin û biryara derbarê miwekîlên wan a kontrola edlî bê rakirin.    DANIŞÎN TALOQÎ MEHA KANÛNÊ HAT KIRIN    Heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û daxwaza rakirina kontrola edlî ya parêzeran red kir. Dadgehê biryar da ku fermana girtina ji bo Firat Anli, Aygun Taşkin û Fevziye Arukan de hatiye derxistin li benda înfazê bê sekinandin û ji bo kêmasiyên dosyeyê temam bibin danişînê taloqî meha kanûnê kir.    Firat Anli ji vê dozê hatibû girtin û piştî demek dirêj dadgehê ew berdabû.