Di zîrveya NATO de krîz 2018-07-12 13:44:10   ENQERE - Di zîrveya NATO de krîz derket. DYA xwest endamên NATO lêçûnên xwe yên parastinê zêde bike û ev yek bû sedema krîzê.    Serokê DYA'yê Donald Trump, di civîna NATO de xwest endamên NATO lêçûna xwe ya parastinê zêde bike û ev daxwaz bû sedema krîza Zîrveya NATO. Trump, xwest ku endamên NATO li şûna 2024'an hema niha lêçûna GSYİH'ê ji sedî 2 ji lêçûna parastinê re biqetîne. Li ser vê daxawzê lîderên Zîrveya NATO civîna lezgîn ku nabe programda pêk anîn. Li bendê ye ku di n ava rojê de Trump civîna çapemeniyê pêk bîne.    Piştî vê krîzê Trump têkildarî mijarê civîn pêk anî. Trump diyar kir ku têkildarî lêçûna endamên NATO yên parastinê "Zêde bê hevî ye" û wiha got: "Duh ez hişk axivîm. Lê baweriya mina li hemberî NATO temam e. NATO bi qasî alîkariyê dide Welatên Ewropa ew qas alîkariyê nade DYA'yê. Di nava 25 welatan de tenê 5 welat digêje hedefa lêçûna parastinê ya NATO.