KCD: Hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e 2017-10-18 13:06:49 AMED - KCD'ê têkildarî hezana kana komirê ya li Şirnexê ku 7 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan, xwest hikûmeta AKP'ê hesap bide çîna kedkar û gelê kurd.  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê hezana kana komirê ya 5 kîlometre durê navenda Şirnexê pek hat û 7 kesan tê de jiyan xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû, daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê, diyar kir ku di encama siyaseta hikûmeta AKP’ê ya li ser rantê hatî avakirin, ji ber şert û mercên xebatê, ewlehiya kar, kêmaniya kontrolkirina li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj bedêlên giranbuha tên dayîn û jiyana mirovan dixe xeteriyê.   EV CÎNAYET E   Di dewama daxuyaniya KCD'ê de ev tişt hatin gotin: "Roj derbas nabe ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî trajî-komîk ev yek xwe dubare neke û sedemên wekî “avahiyên kaçax, kanên kaçax û xebitandina karkerên kaçax û hwd.” bûne perçeyek ji jiyana me. Ji ber vê yekê bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin û bi dehan ji wan jî bi giranî birîndar dibin. Dagirkeriya heyî ku ajoyên xwe li ser mezinkirin û dewlemendiya xwe çêkirin û ji bo ranta xwe zêde bike bi hişmendiya “kaçax” tev digere. Ev pergala zordar û talanker êşên mezin bi kedkaran didin kişandin, xîzanî kiriye para wan û canê wan disîn e. Herî dawî li Şirnexê çavên xwe ji “qezaya” di kana madenê ya ku tê gotin “kaçaxe” girtin, ev bûyer pêk hat û ev bi xwe cînayet e.   DIVÊ AKP HESAP BIDE   Berê jî ji ber heman hişmendiyê kanên madenê yên ku bi dehan kedkar lê jiyana  xwe ji dest dan vekirin û ev yek rê li ber cînayeta ku di 17’ê Cotmeha 2017’an de pêk hat, vekir. Tu kes nikare vê bûyera ku li Şirnexê di kana komirê qewimî û 7 mirovên met ê de jiyana xwe ji dest dan wekî “qezayê” bigire dest û wisa sivik nêzîkî vê bûyerê bibe. Berpirsê vê ji serî heta binî kesên xwe li ser mêtina kedê didin jiyîn û desthilatdarên hikûmeta AKP’ê ne. Ji ber vê yekê divê hikûmeta AKP’ê hesab bide kedkaran û gelê me. Li ser vê rastiyê, em pêkanîn, hişmendî û ranta pergala dagirker lanet dikin. Dibêjin rehma Xwedê li kedkarên jiyana xwe ji dest dan be û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Bila serê malbat û gelê me sax be."