Li Sûriyeyê rewş diguhere 2018-07-12 12:51:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Sûriyeyê 7 sal in şerê navxweyî diqewime. Piştî ku Reqa ji DAIŞ’ê hat rizgakirin her çiqas bendewariya dê pêvajoya li Sûriyeyê dawî bibe hebû jî, hêzên hundirîn û derve bi pêngavan rewşek germtir derxistin holê.    Li Sûriyeyê ji 2011’an ve şerê navxweyî diqewime. Aktorên mîna DYA, Rûsya, Îsraîl, Îngîltere, Fransa Tirkiye û Îran li ser axa Sûriyeyê di dewrê de ne. DYA û Rûsya li hev kirin û di çarçoveya li hev kirine de hêzên rejîma Sûriyeyê û komên girêdayî wê yên çekdar ber bi sînorên Urdun û Îsraîlê ve dest bi paqijiyê kirin.    Niha li Dera û Kuneytra operasyon tê birêve birin. Bi salan e li van herêman Heyet Tahrîr El Şam (El Nusra) ku Tirkiyeyê desteka wan dikir bi bandor bû.    ENIYA BAŞÛR DEST BI TEVGERÊ KIR    Îranê li herêmê hemû hêzên xwe vekişandin. Bi vê vekişandinê re bi desteka Rûsyayê hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Dera û derdora wê dest bi operasyonê kirin û ev hêrêm ket bin kontrola wan. Îsraîl jî tev li peymanê bû û li herêmê hem bandora Îranê û hem jî bandora Tirkiyeyê şikest.    Bi vekişandina Îranê re ji aliyekî ve sînorên Îsraîlê tên mîsogerkirin û li aliyê din jî ji destpêka şer ve hêzên ku Tirkiyeyê desteka wan dikir, bi awayek teslîmî dest bi vekişîna Idlibê kir.    TIRKIYE BANDORA XWE WINDA DIKE    Di çarçoveya pêşketinên li Sûriyeyê de li tevahiya Sûriyeyê komên girêdayî Tirkiyeyê yek bi yek bê bandor dimînin û ev yek bandorek neyînî li ser polîtîkaya Tirkiyeyê li Sûriyeyê dike.    PIŞTÎ BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ DORA IDLIB Û DERDORA WÊ YE    Di çarçoveya peymana başûrê welêt de piştî Derayê çav li ser Kuneytrayê ne. Piştî ev enî temam bibe, di hedefê de herêma ji Cerablûsê heta Idlibê ya di bin kontrola Tirkiyeyê de heye. Hat zanîn ku ji niha ve Tirkiye ji bo vê herêma tê gotin ku dê di hedefê de be amadekariya leşkerî dike. Li başûrê Idlibê li hin deveran di navbera komên di bin banê Tirkiyeyê û hêzên rejîmê de pevçûn derdikevin.    HETA EFRÎNÊ DÊ DIRÊJ BIBE    Muhtemala şerek li vê herêmê biqewime dibe ku peymana Astana ya di navbera Rûsya, Îran û Sûriyeyê de xera bibe. Dê ev rewş bandorê li ser Efrînê jî bike. Heke li vê herêmê pevçûn dijwar bibin, tê gotin ku dê Rûsya destûra bikaranîna qada hewayî ya daye Tirkiyeyê betal bike.    Wê ev gavên li vê herêmê bên avêtin ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di warê pêşketinên baş de bin. Ji bo Efrînê paş de bigire dê fersendek bê pêşkêşkirin. Heke ev pêşketin bên lidarxistin, dê QSD tenê bi Efrînê û derdora wê re bi sînor nemîne bajarên li herêma Şehbayê jî ji komên selefi yên girêdayî Tirkiyeyê rizgar bike û bikeve destên wan.    MA / Nazim Daştan