Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin 2025-12-06 15:16:33   STENBOL - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên beşdarî Komxebata Aştiyê ya Stenbolê bûn, diyar kirin ku ew dixwazin bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin û gotin: "Wekî civaka sivîl, yek ji daxwazên me yên herî bingehîn avakirina jêrkomîsyoneke meclisê ye."   Komxebata Aştiyê ya Stenbolê li Hola Civînan a Postexaneyê ya li Galatayê, bi pêşengiya Pêkhateyên Tora Aştiyê ya Rexnegir, Komeleya Akademîsyenên ji bo Aştiyê ya Almanya (BAK Almanya), Komeleya Lêkolînên Çandî ji bo Aştiyê (BAKAD), Komeleya Zanist, Huner, Perwerde, Lêkolîn û Hevgirtinê (BİRARADA), Komeleya Hevgirtina Jinan (DAKAHDER), Kolektîfa Lêkolînê ya DEMOS, Komeleya Parastina Mîrata Çandî û Xwezayî ya Amedê (DKVD), Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA), Komeleya Lêkolînên Rastî, Edalet û Bîranînê (Hafiza Merkezi), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Dema Jinan, Zanîngeha Off, Komeleya Hêviyên Rengîn, Komeleya Lêkolînên Bîrê ya Roman (Romanii Godi), Komeleya Jinan a Rosa û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) hat lidarxistin.   Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel jî di nav de gelek kes beşdarî komxebatê bûn.    Axaftina vekirinê ya Komxebata Aştiyê ya Stenbolê ji hêla Endama Sekreteriya Tora Aştiyê ya Rexnegir Ferda Fahrioglûyê ve hat kirin.  Ferda Fahrioglûyê got: "Me got, 'Em tiştekî jî nekin, qet nebe em bibin torek.' Wekî torekê, xwegihandina kesan ji bo me girîng e. Mîna ku TJA dike, me xebata tora xwe bêyî ku li benda vexwendina komîsyona ku niha li meclisê hatiye avakirin bisekinin, pêşkêşî meclisê kir. Armanca me ew e ku em bandorê li biryarderan bikin."   ‘BILA JÊRKOMÎSYON LI MECLISÊ BÊN AVAKIRIN'   Ferda Fahriogluyê destnîşan kir ku Civaka Demokratîk û Pêvajoya Aştiyê bi navên cuda tên binavkirin û got: "Ji aliyekî ve, hevdîtinên aştiyê berdewam dikin, lê ji aliyê din ve, hawîrdorek heye ku azadiya me ya derbirînê hîn jî sînordar e û otorîteyên dewletê zêde dibin. Em hewl didin ku bibin hêza ajotinê ya aliyên di pêvajoya aştiyê de û wan li ser bingeha demokrasiyê bihêlin. Dema ku me ev bang kir, beşdarbûna Abdullah Ocalan di pêvajoyê de ne şertek bû. Wekî civaka sivîl, yek ji daxwazên me yên herî bingehîn avakirina jêrkomîsyoneke meclisê û beşdarbûna me di pêvajoyê de ye."   DAXWAZ   Ferda Fahriogluyê bi bîr xist ku Selahattîn Demîrtaş tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî di girtîgehê de ye û got: "Yek ji daxwazên me yên bingehîn berdana girtiyên siyasî û nexweş û bicîhanîna destura bingehîn e. Pêvajoya heyî xuya dike ku tenê bi bêçekkirina PKK'ê ve girêdayî ye. Bêyî mekanîzmayên edaleta veguhêz, rûbirûbûna bi rabirdûyê re û şert û mercên ku di destûra bingehîn de nayên parastin aştî çênabe."   Piştî axaftina vekirinê, Pêkhateyên Tora Aştiya Rexnegir li ser navê saziyên xwe xwe dan nasîn.   Paşê komxebat bi awayekî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.