Li Farqînê cenazeyê Selman ê ketibû kanala avê ya DSÎ hat dîtin 2018-07-12 12:08:19   AMED -  Li Farqînê, cenazeyê Selman Kizilçîçek ê 18 salî yê ketibû kanala avê ya DSÎ de hat dîtin. du bira di qenala avê de xeniqîn.   Li Gundê Cano yê girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê duh Firat û Selman Kizilçîçek ên birayê hev ji bo avdaniya garis çûn nav zeviyan. Selman Kizilçîçek (18) dema çû ser qenala avê ya girêdayî Karê Dewletê ya Avê (DSÎ) şemitî û ket avê. Birayê wî Firat Kizilçîçek ji bo birayê xwe rizgar bike, xwe avêt avê. Her du jî ber herikîna avê ketin û xeniqîn. Welatiyên gund, gundên derdorê û komên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û dest bi lêgerîna cenazeyê her du birayan kirin. Duh di saetên şevê de cenazeyê Firat Kizilçîçek hatibû din û îro jî cenazeyê Selman Kizilçîçek hat dîtin.    Cenazeyê Kizilçîçek 2-3 kîlometre dûrî, ji cihê şemîtî û ket avê, hat dîtin û ji bo otopsiyê şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Piştî cenazeyê Kizilçîçek hat dîtin, xebata lêgerînê bi dawî bû.    Li aliyê din, dema welatî û komên lêgerînê li cenazeyê Selman Kizilçîçek digeriyan, cenazeyek din jî li ber deriyê sîfonê ya kanala avê ya DSÎ yê dîtin.  Cenazeyê hat dîtin derket holê ku aîdî Yusuf Yilmaz (14) ê ku di 1’ê tîrmehê de li gundê Malabadê şivaniyê dikir û winda bûbû bû.