‘Biryara ji bo Guven wek lekeyek reş derbasî dîrokê bû’ 2018-07-12 11:38:45 AMED – Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît diyar kir ku Leyla Guven di encama zextên siyasî de nayê berdan û wê ev yek wek lekek reş derbasî dîrokê bibe. Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk jî got ku dadgeh vegeriyane şanoyê.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk redkirina berdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî nirxandin. Duh danişîna Guven hat dîtin lê dadgehê berdana wê red kir û dewama girtina wê dabû.    ‘BIRYAR LEKEYEK REŞ E’    Gulîstan Kiliç Koçyigît destnîşan kir ku biryara redkirina berdan Leyla Guven dadge bi xwe jî biryara xwe înkar dike û got: “Ev biryarê dadgehê ya derheqê Leyla Guven de wek lekeyek reş derbasî dîrokê bû. Piştî Guven bû parlamenter divê darziandina wê bihata sekinandin û wê berdana. Ev demek dirêj e li welêt hiqûq bûye mîna pêlîstoka zarokan. Desthilatdarî bi hiqûqa li gorî xwe dixwaze civakê terbiye bike. Ne pêkane ku mirov behsa darazek serbixwe û bêalî bike. Biryar ne li gorî wîjdan û ehlaqê ye.”    ‘ÊDÎ EM LI HIQÛQÊ NAGERIN’    Kiliç Koçyigît da zanîn ku êdî ew li welêt li hiqûq nagerin û wiha domand: “Çumkî mesele ji meseleya hiqûqê derketiye. Meseleya çewisandina siyaseta li dijî xwe bi çewisîne ye. Li dijî mafê demokratîk ê civakê êrîş tên kirin. Vîna dengdêran di astek micid de tê xespkirin. Bi taybetî peyamê didin civakê û gelê kurd. Ev pêkanîn kodên pêvajoya siberojê didin nîşandan. AKP mafên demokratîk ji holê radike. Em dibînin ku dadgeh êdî di bin zextên siyasî de ye û biryarên siyasî didin. Mudaxeleya siyasî li ser darizandina siyasetmedaran e. Dadgehek tenê dikare bi zextên siyasî biryara xwe înkar bike, wekî din nikare biryarên xwe înkar bike. Ev biryar bi darê zorê li dijî Leyla Guven hat guhertin.”    HEVSEROKÊ KCD’Ê: BIRYARÊN DADGEHÊ SIYASÎ NE   Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku biryara dadgehê ya ku derbarê Guven de da encama biryara zextên siyasî ye û wiha got: “Faşîzma beriya hilbijartinê, piştî hilbijartinê ev faşîzm fermî bû. Hûn li kîjan saziyên dewletê dinêrin binêrin girêdayî dewletê dixebite. Leyla Guven ji ber nasnameya xwe ya siyasî rehîn tê girtinê. Li Tirkiyeyêh hiqûq û edalet nemaye. Biryarên dadger û dozger didin biryarên siyasî ne. Divê ku li gorî makezagonê Leyla Guven bê berdan. Li Tirkiyeyê dadgeh veguherîne şanoyê. Dibe ku gelek hevalên me li zîndanan bin, lê bila her kes baş dizanibe têkoşîna me dewam dike.”   MA / Ozgur Paksoy