Ji bo gîhandina rastiyan gavek din: Rojnameya Fersude 2018-07-12 10:36:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdema zext û zordariyên li ser çapemeniyê zêde dibin de, rojnameya Fersûda li ser înternetê dest bi weşanê kir. Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Fersude M. Ekrem Ergul, diyar kir ku li dijî talankirina rastiyan bi armanca helwesta xwe diyar bikin dest bi weşanê kirine.    Li Tirkiye 191 rojnameger girtî ne. Piştî OHAL hat ilan kirin bi KHK'yan bi dehan rojname, televizyon, radyo û weşanên li ser înternetê hatin girtin. Di pêvajoya ku zextên li ser çapemeniyê zêde dibin de Rojnameya Fersute dest bi weşanê kir. Rojname bi dirûşmeya “Ji bo gîhandina rastiyan gavek din" li ser malpera înternetê dest bi weşanê kir. Rojnameya ku Hayri Tunç û Ercan Ayranci rêvberiya wê girtin ser xwe M. Ekrem Ergul jî berpirsiyariya Gerînendeya Weşana Giştî da ser milê xwe.    Xebatkarên rojnameyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn û diyar kirin ku armanca wan li kevneşopiya çapemeniya azad xwedi derkevin. Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Fersute M. Ekrem Ergul, diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyek dijwar re derbas dibe û wiha got: "Ji bo em li dijî talankirinê helwesta xwe nîşan bidin û bêtir bi rastiyê re sadiq tev bigerin me dest bi weşana Rojnameya Fersude kir. Em bi qasî tûşek klavya bilgisayerê nêzî xwînerên xwe ne. "    ARMANCA ME LÊGERÎNA RASTIYAN E    Endamê Lijneya weşanê Hayri Tunç jî diyar kir ku armanca wan lêgerîna rastiyan e û dixwazin rastiyên ku nayên dîtin û bihîstin bi xwînerên xwe re parve bikin.    EM DIXWAZIN RASTIYÊ BI HER RESÎ RE PARVE BIKIN   Endamê Lijneya Weşanê Ercan Ayranci anî ziman ku di nava lêgerîna rastiyan de ne û armanc dikin ku vê rastiyê bi hemû kesan re parve bikin.