Aydenîz: Kabîneya nû ya şirketa malbatê û şer e 2018-07-12 10:22:25   AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz kabîneya wezîran pergala nû şiband “şirketa malbatê” û got: “Ev kabîne ji Tirkiyeyê re û dewletê re xizmet nake. Ev kanîbeyek ku wê ji şer û qesrê re dê xizmetê bike ye.”    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz kabîneya pergala nû ya serokomariyê nirxand.    ‘ŞIRKETA MALBATÊ YE’    Aydenîz destnîşan kir ku kabîneya ewil a pergala serkomariyê li ser sermayeyê hatiye avakirin û got: “Ev kabîneya nû kabîneya ‘şirketa malbatê’ ye. Ev kabîne ne ji gelên Tirkiyeyê re û ne jî ji dewletê re xizmetê nake. Ev kabîneyek ku ji şer û qesrê wê xizmetê bike ye. Ev kabîne ne ji bo siberoja gelan û berwendiyên gel hatiye sazkirin. Wê rewşê jî qet demorkatîk neke. Temamî mîna şîrketê ye. Bi aşkerekirina kabîneyê re tevgera di dovîzê de li ber çavan e. Hem di polîtîkaya hundir de hem jî di polîtîkaya derve de êdî bawerî bi vê desthilatdariyê nemaye.”    'KABÎNEYA LI DIJÎ GELÊ KURD E’    Aydenîz da zanîn ku sekna vê kabîneyê li holê ye û got: “Wê hemû helwesta wan li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan be. Carek din jî dijminahiya xwe li dijî gelê kurd nîşan dan. Ev pergala ku dê dîktatorî fermî û qanûnî bibe. Pergala nû tenê ne li dijî gelê kurd, li dijî tevahiya gelên Tirkiyeyê dê birêve bibin. Heta îro çawa em li cem têkoşîna mafdar gel bûn, dê ji niha şûn ve jî têkoşîna me li dijî kabîneya şer dewam bike.”