Sedema Facîayê arizîkirin e, rapora pisporan li ber çavan negirtin 2018-07-12 10:01:10   TEKÎRDAG - Endamê Meclisa Endezyaran û Endezyarên Civakparêz (TMMM) Emre Gelîr, bal kişand ser qezaya trênê û diyar ker ku sedema facîayê arizîkirin e û ji ber ku dewlet venêrtina wê nak e. Gelir, da zanîn ku pisporan rapor amade kirin, lê rapor li ber çavan nehatin girtin.    Di 8'ê Tîrmehê de trêna ku sefera navbera Kapikule-Halkali dikir li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê qeza derbas kiribû. Di qezayê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 318 kes jî birîndar bûbûn. Têkildarî bûyerê û polîtîkayên hikûmetê Endamê Meclisa Endezyaran û Endezyarên Civakparêz (TMMM) Emre Gelîr, li ser bûyerê lêkolîn kir û rapor amade kir. Gelîr dê di rojên pêş de raporê aşkere bike. Gelîr, bal kişand ser qezaya trênê û diyar ker ku sedema facîayê arizîkirin e û ji ber ku dewlet venêrtina wê nak e.    Gelîr, anî ziman ku çawa agahî stendin bi lez û bez çû cihê bûyerê û lêkolîn kir û wiha got: "Me hem der barê cihê bûyerê de û hem jî li nexweşxaneyê lekolîn kir. Me li gorî hevdîtinên cihê bûyerê rapor amade kir. Çawa em çûn cihê bûyerê me got ev facia, komkujî ye. Hin wekîlan li meclîsê der barê rewşa rêyên trênê de pirsname dan meclîsê. Odeyan jî der barê rewşê de rapor nivîsandin. Me di raporê de diyar kir ku xeta trêna Sirkeci-Uzunkopru-Halkali venêrtin û xurtkiran rêya trênê kêm e. Bingeha rêya trênê têr nake. Pisporan hişyar kir ku divê hin xebat bên kirin. Lê rapor li ber çavan nehatin girtin. Li gelek rêyên trênê heman pirsgirêk heye. Divê venertir bê kirin. Ji ber venêrtina rêya trênê nehatiye kirin ev qeza pêk hatiye. Divê her dem bê kontrolkirin û nûkirin. Divê malzemeyên li bin hesinên trênê raxistin xurt û zexm be. Lê xuya ye ku malzeme nekarîye barê trênê rake. Sedema herî mezin arizîkirin e. Piştî ku arizîkirin venêrtin ji holê rabû. Divê karmendên ku rê kontrol dikin her dem bi rêk û pêk kontrola xwe berdewam bikin. Ji dîroka komarê heta niha her dem kesên ku li ser rêyan digeriyan û rê kontrol dikirin hebûn. Lê dewletê piştre karê venêrtin, nûkirin û xurtkirina rêya trênê arizî kir û da şîrketan. Piştî şîrketan ev kar dewir girt, êdî venêrtin ji holê rabû."     Gelir da zanîn ku divê teqez her dem venêrtina rêya trênê bê kirin û li gorî pêdiviyê hem bê nûkirin û hem jî bê tamîrkirin û wiha got: "Ji bo ku ev facîa dube pêk neyên divê berî her tiştî hikûmet xwedî polîtîka be. Lê di vî milî de polîtîkayên hikûmetê tune ye. Hikûmet bêtir girîngiyê dide rêyên bejayî. Zêde girîngiyê nade rêyên trênê. Ne tenê li Çorlu qeza çê bû. Li gelek bajarên Tirkiye qeza pêk hatiye. Ji ber vê yekê diveê ji bo tedbîran polîtikayê pêş bixin. Me 24 mirovên xwe û canê xwe winda kir. Divê kesek hesabê vê yekê bipirse.