Cenazeyê Yusuf ê winda hat dîtin 2018-07-12 10:00:14   AMED – Li Farqînê du bira di qenala avê de xeniqîn. Ji bo dîtina wan xebat hat destpêkirin. Di lêgerînê de cenazeyê Firat Kizilçîçek û Yusuf Yilmaz (14) ê 11 roj berê winda bûbû hat dîtin.    Li Gundê Cano yê girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê duh Firat û Selman Kizilçîçek ên birayê hev ji bo avdaniya garis çûn nav zeviyan. Selman Kizilçîçek (18) dema çû ser qenala avê ya girêdayî Karê Dewletê ya Avê (DSÎ) şemitî û ket avê. Birayê wî Firat Kizilçîçek ji bo birayê xwe rizgar bike xwe avêt avê û xwest birayê xwe rizgar bike. Her du jî bi herikîna avê re çû û xeniqîn. Welatiyên gund û gundên derdorê û komên rizgarkirinê çû cihê bûyerê û dest bi lêgerîna cenazeyê her du birayan kirin.    Ji Bendava Batmanê ya ku li gundê Malabadê ya girêdayî Farqînê ava kenalê hat birîn. Nêzî 6 saet şûn ve hêj ava qenalê çikiya û dest bi lêgerînê kirin. Di encama lêgerînê cenazeyek li ber deriyê sîfona qenalê hat dîtin.    Cenaze yê Firat Kizilçîçek bû û cenazeyê wî hildan ambulansê. Di kêliya cenaze hatin dîtin de malbatê û xizmên wan krîza sinîr derbas kirin.    CENAZEYÊ YUSUF Ê WINDAYÎ JÎ HAT DÎTIN   Dema welatî û komên lêgerînê li cenazeyê Selman Kizilçîçek digeriyan, cenazeyek din jî li ber deriyê sîfonê dîtin. Cenazeyê hat dîtin derket holê ku aîdî Yusuf Yilmaz (14) ê ku di 1’ê tîrmehê de li gundê Malabadê şivaniyê dikir û winda bûbû.     Cenazeyan ji bo otopsiye rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Amedê.    Ji bo dîtina cenazeyê Selman Kizilçîçek jî xebata lêgerînê dewam dike.