Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin 2025-12-03 12:04:25   ENQERE - Profesorê Zanista Siyasetê Sumantra Bose ku peyama xwe ya piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şand got: "Ez bang li hemû aliyan dikim ku vê kêliya hêviyê binirxînin."    Piştgiriya navneteweyî ya ji bo pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, berdewam dike. Profesorê Zanista Siyasetê Sumantra Bose jî peyamek piştgiriyê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re şand, der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Ocalan de ku di 27'ê Sibatê de kir.    Bose îşaret bi pêwîstiya çareseriyeke dadperwerane ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê kir. Bose diyar kir ku ew ji salên xwendina xwe ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bi kûrahî beşdarî têkoşîna Kurdan a ji bo maf û azadiyê bûye û got: "Ji wê demê ve, min rêça dijwar û aloz a vê têkoşînê ji nêz ve şopand. Carinan pêşketinên dilxweşker çêbûn, lê di heman demê de demên bêhêvîtiyê yên kûr jî çêbûn. Îro, çareseriyeke demokratîk û bikêrhatî ji bo vê pevçûna demdirêj li ber çavan e. Ez hêvî û dua dikim ku ev ne xeyal be."   Bose di peyama xwe de wiha domand: "Wekî akademîsyenekî ku li ser pêvajoyên aştiyê dixebite, ez dizanim ku rêya aştiya mayînde û berbiçav dê ne hêsan be. Lêbelê, ez ji hemû aliyan dixwazim ku vê kêliya hêviyê binirxînin. Encameke serketî ne tenê dê li çaraliyê cîhanê were pesinandin, dê navên mîmarên vê serkeftinê jî di rûpelên rûmetê yên dîrokê de werin nivîsandin. Ev herêm ku ev pevçûn lê derketiye û pir caran bi tundûtûjiyê ve hatiye bibîranîn, dê ne şer, dê mînaka aştiyê berpêş bike. Di salên pêş de, ez hêvî dikim ku ez karibim ji xwendekarên xwe re rave bikim ka ev serkeftin çawa tevî hemû zehmetiyan û barên giran ên rabirdûya nêzîk hat bidestxistin. Ez silavên xwe yên biratî û daxwazên xwe yên germ pêşkêşî gelê we dikim ku demeke dirêj e ji bo dozeke adil êş û zehmetiyên mezin kişandiye."