Li Bursayê 6 kes hatin girtin, li Stenbolê 10 binçavî 2017-10-18 13:00:22 STENBOL - 8 kesên li Bursayê hatin binçavkirin 6 ji wan hatin giritn. Di serdagirtinên li Stenbolê de jî 10 kes hatin binçavkirin. Berî 12 rojan li dijî rêveberên HDP'ê operasyon hatibû destpêkirin û li Bursayê 8 kes hatibûn binçavkirin, duh bişev ew derxistibûn Edliyeya Bursayê. 8 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dozgeriya Cezayê Sulhê hatin kirin. Hevserokê HDP'a Bursayê Yuksel Akgun jî di nav de 6 kes hatin giritn, 2 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. 6 kesên bi "endamtiya rêxistinê" hatin girtin, tevlêbûna wan a daxuyanî, teziye û parvekirinên medyaya civakî hincet hatin nîşandan.   LI STENBOLÊ 10 BINÇAVÎ   Di saetên şevê de li navçeyên Stenbolê jî serdagirtinên malan hebûn û 10 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Miduryeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Lê welatî ji ber çi hatine binçavkirin, sedema wê nehat zanîn.