Esen ê ku piştî 31 salan hate tehliyekirin: Rojên serketinê nêz in 2025-12-01 19:58:39 ÎZMÎR - Welat Esen ê ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind (YGC) a Antalyayê hate tehliyekirin, li Îzmîrê bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.   Welat Esen ê ku di 6'ê Kanûna 1994'an de li Îzmîrê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn, piştî 31 salan di 28'ê Mijdarê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind (YGC) a Antalyayê, hate tehliyekirin. Esen di nava 31 salan de li Girtîgeha Buca ya Kevn a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa H a Konyeyê, Girtîgeha Sîncanê, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê û herî dawî jî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê ya ku jê hate berdan, hate ragirtin.   Esen îro hat ba malbata xwe ya li Îzmîrê. Esen, ji aliyê malbata xwe, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER)  û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ên Balçovayê ve hate pêşwazîkirin. Esen ê ku bi çepîk û kulîlkan hate pêşwazîkirin, got: "Hêvîdar im em azadiya hevalên xwe jî bibînin. Rojên serketinê nêzîk in."   Piştre, rêvebera ANYAKAY-DER'ê Zarîfe Karasungur axivî û daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî kir  û hêviya jiyaneke azad anî ziman.