Li Amedê qezaya trafîkê: 6 kes birîndar bûn 2018-07-11 21:25:54   AMED - Di qezaya trafîkê de ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê qewimî, 6 kes birîndar bûn.    Qeza li ser rêya Xarpêtê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê qewimî. Li gorî agahiyên bi dest ketin, wesayîta tîcarî ya bi plakeya 31 SA 523 ya di rê de bû û wesayîta bi plakeya 07 MTH 34 ku ji hêla Eywana Sporê ya Girtî ya Seyrantepeyê ji rê derket li hev qelibîn. Ji ber vê wesayîta tîcarî derket ser peyarê û 6 kesên di herdu wesayîtan de birîndar bûn.    Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.