Herdu birayên di cihoka avê de wer bûn winda bûn 2018-07-11 21:19:07   AMED – Li Farqînê, li gundê Yeşerdiyê 2 birayên ku ji bo avadayîna garisên xwe çûn ser erd, dema avê ji cihoka avdaniyê dikişandin di cihokê de wer bûn. Xebatên ji bo dîtina herdu birayan didomin.    Li gundê Yeşerdiyê yê Farqîna Amedê birayên hev Firat Kizilçîçek (40) û Selman Kizilçîçek (18), dema ji bo avdaniya garisên xwe çûn ser erd, di cihoka avdaniyê de wer bûn. Selman Çîçek dema av ji cihokê dikişand di cihokê de wer bû. Li ser vê kekê wî Firat Kizilçîçek jî hewl da birayê xwe xelas bike, lê belê ew jî di cihokê de wer bû.    Piştî ku kesên li derdorê xeber şandin, ekîb hatin herêmê. Ekîbê rê li ber ava cihokê girt û dest bi lêgerînê kir. Her wiha ji bo dîtina herdu birayan ekîbên tenduristiyê, AFAD, UMKE û noqar jî sewqî herêmê hatin kirin.    Xebatên ji bo dîtina herdu birayan saet ji 18.00'ê êvar ve didomin.