Rojanemeger Çakmakçî hat berdan 2017-10-18 12:47:45 AMED - Rojnameger Mehmet Çakmakçî yê bi îdîaya li Akedemiya Siyayî ya DBP’a Peyasê ders daye, beşdarî meş û merasîmên cenazeyan bûye, doz lê hatibû vekirin, serbest hat berdan.  Rojanameger Mehmet Çakmakçî di 15’ê Tîrmehê de bi hinceta li Akademiya Siyayî ya DBP’a Peyasê ders daye, beşdarî meş û merasîmên cenazeyan bûye, li Amedê hat binçavkirin û girtin. Têkildarî Çakmakçî bi îdîaya “Endamê rêxistinê” doz hat vekirin û 15 sal cezayê girtîgehê jêre hat xwestin. Rûniştina doza Çakmakçî li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gelek rojnameger û parêzer beşdarî dozê bûn. Çakmak jî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê anî û başdarî dozê bû. Piştî tespîta nasnameyan dozê dest pê kir. Çakmak, di dozê de axivî û wiha got: “Min tu ders di akademiya navê wê tê gotin de  nedaye. Ez di çarçoveya karên rojnamegertiyê de çûme akademiyê û sûcdariyên li ser xwe qebûl nakin. Ji ber vê yekê beraeta xwe dixwazim.”    Piştre parêzar Resul Tamur parastin kir. Tamur diyar kir ku muwekîlê wî rojnamegere û wiha got: "Bi karta xwe ya rojnamegetiyê beşdarî mehû meş û xwepêşandanan bûye. Hemû hevdîtinên muwekîlê min ê di telefonê de berevajî hatin kirin. Ji ber vê yekê ez beraeta muwekîlê xwe dixwazim.”   Heyeta dadgehê piştî navberê biryara berhdana Çakmakçî da.