Li Sêrtê endamên Egîtîm Sen û Tum Bel-Senê hatin binçavkirin 2018-07-11 20:38:57   SÊRT - Li Sêrtê danê siehê polîsan avêt ser malên endamên Egîtîm Sen û Tum Bel-Senê. Di avêtina ser malan de hin endamên sendîkayan hatin binçavkirin.    Îro danê sibehê polîsan li Sêrtê avêt ser mala hin endamên Egîtîm Sen û Tum Bel-Senê. Di avêtina ser malan de endamên Egîtîm Senê Şahîn Kayikçi û Hatîce Kezer û endama Tum Bel-Senê Esra Celîle Asî û aprêzer Orhan Çelîk hatin binçavkirin.   Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin ji ber dozeke sala 2011'an bûye.