Li Fermandariya Cendermeyan kuştin 2018-07-11 17:03:08   ÊLIH – Li Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Qubînê leşkerê bi navê Yasîr Eryigît ji aliyê leşkerek din ve bi çekê hat kuştin.    Li Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Qubînê ya Êlihê duh bi şev du navbera du leşkeran de nîqaş derket û bi kuştinê bi encam bû. Hat îdiakirin ku leşkerê bi navê Yasîr Eryigît ji aliyê leşkerek din ve bi çeka piyade G3 hat kuştin.  Eryigît ewil birîndar dibe û pişt re radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Qubînê. Eryigît tevî hemû mudaxeleyan jî nayê rizgarkirin.  Hat zanîn ku leşkerê êrîşî Eryigît kir hatiye binçavkirin.    Walîtiya Êlihê têkildarî bûyerê daxuyanî da û bûyerê piştrast kir. Walîtiyê got ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Otopsiya cenazeyê Eryigît li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê hat kirin û pişt re şandin Stenbolê.    Hat zanîn ku 20 roj maye Eryigît terhîsê xwe bigire.