Li Girtîgeha Kirşehîrê hewldanên provakatîf 2025-11-28 09:05:58   ERNQERE - Girtiyên di Girtîgeha Kirşehîrê de ragihandin ku karmendên înfazê sûcdarên edlî li hember wan sor dikin û dibêjin "Ev terorîst in, gava li hewadariyê bin ava kelandî bi ser wan dakin."    Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê her roj bi binpêkirinên mafên mirovan re dibe rojev. Li gorî agahiyên ku girtiyan bi rêya parêzerên xwe dane, mafên mirovan bi tundî tên sînordarkirin. Sînordarkirinên li ser wegihandina avê, qedexeyên li ser pirtûk û materyalên perwerdehiyê û destwerdanên fizîkî bûne beşeke ji jiyana rojane.   Emre Erdem û Mustafa Tolucan ênd di girtîgehê de, bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên mafan ragihandin.    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Girtiyê nexweş Emre Erdem di 23'yê Hezîranê de ji Girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 5 a Silivriyê ji bo Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hat veguhastin. Erdem di hevdîtina xwe ya bi parêzerê xwe re diyar kir ku ew dixwaze li qawîşa girtiyên siyasî bimîne lê ew hatiye veguhastin qawîşeke serbixwe. Dema ku wî ji bo veguhastina beşa girtiyên siyasî daxwaz kiriye, bi "îşkenceyê" re rû bi rû maye kir û li erdê hatıye kaşkirin. Erdem, der barê îşkenceya ku wî ditiye de ev tişt ragihandine: "Li ser îdiayên ku min di dema îşkenceyê de destên efseran birîndar kirine, lêpirsîneke dîsîplînî hat destpêkirin. Dema ku tomarên di dosyeya Dadgerên Înfazê de hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku êrişek nehatiye kirin, cezayê dîsîplînê hat rakirin."   Erdem diyar kir ku pêdiviyên bingehîn ên li girtîgehan nayên dabînkirin û got: "Ava germ wekî petrola xav diherike. Em tenê dikarin bi germkirina avê di semwaerê serê xwe bişon. Bêhneke nexweş ji avê tê."   MUDAXILEYÊN FÎZÎKÎ   Girtî Mûstafa Tolucan ku di 1'ê Çileyê de ji Girtîgeha Bafrayê ji bo Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hatibû veguhastin, di hevdîtina bi parêzerê xwe de diyar kir ku her çend dema hewadariyê saetek û nîvek hatibe destnîşankirin jî, di dawiya saetekê de, karmendên înfaz û parastinê hatine hewadariyê û ragihandine ku dema hewadariyê saetek e. Tolucan, wiha domand: "Heman karmend, digel serkarmend û 30 kesên din, hatin û mudaxeleya fizîkî kirin. Di dema mudaxileyê de tiliya girtiyekî birîndar bû û me der barê vê yekê de gilî kir."   ‘AVA KELANDÎ BI SER WAN DAKIN'   Tolucan ragihand ku karmend helwestên provokatîf li hember girtiyên siyasî nîşan didin û got: "Di demên dawî de, karmend ji girtiyên edlî re, dibêjin 'Ev terorîst in, bi wan re neaxivin, dema li hewadariyê bin ava kelandî bi ser wan dakin.'" Her wiha Tolûcan ragihand ku pêkanîna pirtûkan a girtîgehê guheriye û got: "Berê me dikaribû 12 pirtûkan bîne cem xwe û di depoyê de bêsînor bihêlî. Lê bi pêkanîna nû re hem loi depoyê hem jî li odeyê tenê dikarî 12 pirtûkan bihêlî. Pirtûkên ku me berê xwendine daxilî nava van pirtûkan tên kirin û nadin."    Tolucan her wiha diyar kir ku ji ber polîtîkayên lêgerîna li hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê û ew nikarin ji qurs û atolyeyan sûd wergirin.   MA / Denîz Karabûdak