Bariş Atay: Dê nekarin dest danîn ser çand û hunerê 2018-07-11 16:11:43 ENQERE - Bi biryarnameya Serokkomar re qanûnên DT û DOB hatin betalkirin. Hat diyar kirin ku Qesr dê ji vîr û şûn de Şanoyên Dewletê sererast bike. Lîstîkvanê şanoyê parlamenterê HDP’ê Bariş Atay bertek nîşanî vê hewldanê da û got: “Dê nekarin dest danîn ser çand û hunerê.”   Bi biryarnameya Serokkomariyê re, avakirinên Şanoya Dewletê (DT) û Bale û Operaya Dewletê (DOB) weke “Qanûna Derbarê Personelên Bale û Opera ya Dewletê hatin guhertin.  Di çarçoveya guhertinê de midûrên giştî û midûrên bajêr ên girêdayîo DT û DOB’ê hatin betalkirin. Hemû hebûnên van saziyan bi ketin bin hakîmîyeta  Serokkomariyê. Di heman demê de bi biryarnameyê re teşkîlatên Wezaraeta Turîzm û Çandê yên her du midûrên giştî jî, ji holê hatin rakirin. Bi vê yekê re, dibin navê “Desteya Polîtîka ya Serokkomariyê” de “Desteya Polîtîkayên Çand û Hunerê” hat avakirin.     ‘DERBARÊ HEMÛ QADAN DE DIXWAZIN BIRYAR BIDIN’   Lîstikvanê şaniyê, parlamenterê HDP’a Hatayê Bariş Atay, pêşketinên nû nirxandin û wiha axivî: “DT’a nehatiye girtin, lê bi serokkomar ve hat  girêdan. Yekzilam dixwaze di hemû qadan de bibe xwedî biryar. Berê jî, ji bo mûdaxileyê karê hûndir û repertuara saziyên hunerê yên TUSAK’ê bikin, qanûn derxistin, lê ji ber ku me bertek nîşan da, ev qanûn rakirin.”      ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR GIRÎNG E’   Atay, da zanîn ku AKP hewl dide di qada çand-hunerê de serdest bibe û wiha got: “Lê dê ne kare. Ev demek dirêje AKP vê dike. Lê Li vê derê tişta bê kirin ewe ku lîstikvan, hevalên me yên reqsvan û hevalên meyên hunermend ê opera bi hevre xebatên xwe yên sendîkayî bi rêve bibin û têkoşînek hevpar bimeşîn in.”