Rojnamegeran xwestin hevalên wan ên girtî bên berdan 2018-07-11 15:08:05   STENBOL - Komek rojnameger ji bo Xebatkarên EHTA Îsminaz Temel û Havva Cuştan ku girtî tê darizandin û di 16'ê Tîrmehê de doza wan bê dîtin, serbest bên berdan li ber girtîgehê daxuyanî dan û xwestin bên berdan.   Komek rojnameger ji bo nûçegîhan û Etîdorê Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) Îsminaz Temel û Havva Cuştan ên di 16'ê tîrmehê de bên darizandin li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan û xwestin hevalên wan serbest bên berdan. Rojnamegeran wêneyên hevalên xwe yên girtî rakirin û dirûşmeyên “Îsminaz dê dîsa derkeve û binivîse" û “Bêdeng nemîne biqîre nûçe heq e" berz kirin. Nûnerên Basin Îş'ê ya DÎSK'ê, TGS'ê, parlamenterê CHP'ê Barış Yarkadaş û parlamentera HDP'ê Huda Kaya amade bûn.    Nûnera Basin ÎŞ'ê yê DÎSK'ê Aylin Kaplan, diyar kir ku bi taybetî rojnameger hedef tên girtin û xwest rojnameger bên berdan. Rojnameger Evrim Kepenek ji daxuyanî xwend û diyar kir ku êdî Girtîgeha Jinan a Bakirkoy bûye wekî navenda nûçeyan û xwest hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Kepenek, anî ziman ku di 16'ê tîrmehê de danişîna rojnamegeran li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê heye û xwest her kes tev li danişînê bibin.