Li ber Bîrdariya Karkerên Madenê bertek nîşanî biryara doza Soma dan 2018-07-11 14:38:38   ENQERE - Endamên Platforma Şaxa KESK’ê ya Enqerê, li ber Bîrdariya Karkerên Madenê bertek nîşanî biryara di Doza Soma de hat dayîn dan û şermezar kirin.    Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê gulana 2014’an de 301 karker di karesata madenê jiyana xwe ji dest dabûn. Doz hatibû vekirin, 5 jê girtî 51 kes hatin darizandin. Îro jî danişîna biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê hat dayîn. Cezayê pir kêm ji bo bersûcan hat dayîn û ev yek rastî bertekên mezin hat. Endamên Platforma Şaxa KESK’ê ya Enqerê jî bertek nîşanî biryara dadgehê dan û li ber Bîrdariya Karkerên Madenê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmên “Dê hesabê Soma bê pirsîn” hatin berzkirin.   ‘EV NE ENCAMEKÊ KU EM NE LI BENDÊ BÛN'   Berdevkê Demî yê Platforma Şaxa KESK’ê ya Enqerê Devrîm Kahraman, daxuyanî da û wiha axivî: “Ev encamekê ku ne em û ne jî raya giştî ne li bendê bûn. Ne tenê malbatên Somayê, hemû kedkar û raya giştî ya Tirkiyeyê doz dişopand. Di viyabû ne tenê rêveberiyên şîrketê, hemû wezaret û burokrasiya berpirsiyar bihatan darizandin.”   ‘LI TIRKIYEYÊ HEMÛ TIŞT GIRAN IN, LÊ JIYAN MIROVAN PIR ERZANE’   Kahraman, bal kişand ser sedemên 301 karkerên madenê yên jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Ev komkujî sedam hêrsa kar û hilberînek pir zêde ye. Îro li Tirkiyeyê hemû tişt giranin, lê jiyana mirovan pir erzane. Ji bo carek din karesatên wiha rû nedin, divê hişmendiya kedxariya kapîtalîzmê bê guhertin.”