Dayikên karkerên madenê dê bi kulmek komir bimeşin Enqerê 2018-07-11 14:01:52   MANÎSA - Hin malbat piştî ragihandina biryara Doza Soma biryar da ku dê bi kulmek komir bimeşin Enqerê. Dayîka yek ji kana komirê Fatma  Malkoç, bertek nîşanî Serokkomar Erdogan da û got: “Bi tena serê xwe bû serok. Bila êdî ji xwe re rehet raze.”   Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê Gulana 2014’an de 301 karker di karesata madene de jiyana xwe ji dest dabûn. Di doza Soma ya berdewam dikir ku îro biyar hat dayîn. Hin malbatan piştî ragihandina biryara Doza Soma bertek nîşan dan û biryar dan ku bi kulmek ax a ji ser gorên zarokên xwe bigirin re dê bimeşin Enqerê. Malbat hîn jî li Parka Umut a li ber salona danişînê radiwestin.     DÊ BI KULMEK KOMIR BIKEVIN RÊ   Dayîka karkerê madene Ugur Çolak Gulsum Çolak, diyar kir ku dadgehê xelat da bersûcan û wiha axivî: “Ji xwe me dizanîbû dê wisan bibe. Bersûc xelat kirin. Li vî welatî mirovan bikuje û dûre mîna paşeyan bijîn. Lê di berîka te de dê pere hebin. Her tim bila bindest jî bikevin qulikan. Li ser biryara hat dayîn, me biryar girt ku em bimeşin. Lê derfeta hemû malbatan tuneye ku beşdarî meşê bibin. Lê bi min re dê Fatma Malkoç bimeşe. Ji bo serbixetiya darazê emê bimeşin. Ji bo ku em nîşan bidin ku edalet ka ji bo kê derbas dare û ji bo kê ne derbas dare. Ji bo kulmenk komir 301 kes kirin bedel. Em ji b ovan 301’an bimeşin. Emê ji vir kulmek komir bigirin û ji wan ‘Ma ev edaleta we?’ bipirsin. Dîsan emê bêjin berdêla komir hat dayîn.”   ‘BI TENA SERÊ XWE BU SEROK, ÊDÎ BILA REHET RAZE’   Dayîka Bîlal Malkol Fatma Malkoç jî, bi gotina “Zarokên me hêjayî 15 salan hatin dîtin” bertek nîşan da û wiha axivî: “Ez bang li Erdogan dikim. Bi tena serê xwe tu bûyî serok. Niha ji xwe re rehet raze. Bila bêje ‘min devê 301 kesan girt’ û wisan raze. Zarokên me ji destên me girtin. Ji bo ku me fam bike, divê Xwedê vê êşê bîne serê wî jî? Heya mirinê emê biçin. Ger em di rê de bimirin, bila cenazeyên me bavêjin ber peravên avê. Çûyîn heye, veger tuneye.” Malkoç, wêneyê kesekê di kana komirê de jiyana xwe ji dest dayî nîşan da û wiha got: “Ev kes 29 salîbû. Ji bo vî 15 sal cezayê girtîgehê birîn. Serokkomar  bila bi tena serê xwe bibihîse, emê tu carî bêdeng nemînin. Ji bo tenê 3 salan madenvaniyê nekin, ceza birîn. Piştî 3 sal şûn de, dê 600 kesên din bikujin. Bask û çengên me şikandin.”    ‘DÊ NEQEDÎN IN ’   Malkoç, da zanîn ku piştî karesata hat jiyîn, li baxçeyê nexweşxanê li bdnda cenazeyên zarokên xwe rawestiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo em cenazeyên zarokên xwe bibînin, wê rojê em li baxçeyên nexweşxanê rawestiyan. Îro bi heman awayî, ji bo cenazeyên zarokên xwe em rûdinin. Ez ji xwe şerim dikim ku li Tirkiyeyê dijîm. Ez şerim dikim dibin vê alê de rûnim. Nirxê nadin mirovan. Dibêjin bila xizan bimirin. Nirxê didin dewlemendan. Dadger bi pereyan kirine. Wî dadgerî Elbîstan qedant, hewl dide vê derê jî biqedîne. Lê dê nekare vê derê biqedîne.”