Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin 2025-11-25 12:05:23   STENBOL - Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk biryara CHP'ê ya têkildarî çûna Îmraliyê rexne kir û got: "Madem hûn dibêjin ez partiya yekemîn im, wê demê hûn nikarin xwe ji dûrî meseleya Kurd bihêlin."   Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, têkildarî geşedanên di pêvajoyê de û helwesta CHP’ê axivî. Ozturk, wiha bal kişand ser biryara CHP’ê ya têkildarî serdana Îmraliyê: “Wekî her tim, serî li populîzmê da. Bi jiberkirinên xwe tevdigere lê êdî behr qediya. Bi nêzikatiya Ocalan re dê kîmyaya statukoparêzan xerab bibe û biguhere. Tu wateya israra di vê de nîne. Êdî dê siyaset û îdeolojiya meseleya Kurd weke sûc dibîne dê encamê nede. Şert û merc û neteweperestî diguhere.”    'YA RAST HEVDÎTINA BI OCALAN RE YE’    Bi domdarî Ozturk bi lêv kir ku neçûna Îmraliyê ya CHP’ê dê ziraraê bide îmaja wê û wiha pê de çû: “Heke ne ji daxuyanî û diyarkeriya Ocalan bûya, pêvajo nedihat vê astê. Divê vê rastiyê bibîne. Tu karek ji ber xwe ve çênabin. Ya rast ew e ku bi Ocalan re hevdîtin bên kirin û şertên aştî û demokrasiyê bên pêşxistin. Ya rast ew bû ku CHP’ê di nava şandeya komîsyonê de cih bigirta. Madem aştî hemû derdorên civakî eleqeder dike, wê demê divê hemû partî tê de çalak cih bigirin.”    'HÛN NIKARIN JI MESELEYA KURD BISEKININ’    Ozturk, daxuyand ku CHP hem ji xwe re dibêje partiya yekemîn e û araste dike hem jî xwe ji meseleya Kurd dûr digire û ev nirxandin kir: “Partiyeke vê îdiayê dike nikare ji meseleya Kurd dûr bisekine. Partiya araste dike, bi ser pirsgirêkan de diçe û perspektîfa çareseriyê pêş dixe. Tunehesibandina pirsgirêka Kurd, ev sedsal e bi xwe re karesat anî. Ya dikeve ser milê CHP’ê ew e ku zemîna hatiye vakirin pêş bixe. Nexwe dê ev helwest zirarê bide CHP’ê. Heke meseleya Kurd hebe, muxatabê wê jî hene û divê bi wan muxataban re hevdîtin bên kirin. Ne rast e ku hincetan nîşan bidin û li pey hesabên biçûk bikevin.”    Ozturk, got ku weke EHP ew pêvajoya heyî erênî dibînin û axaftina xwe wiha qedand: “Her gava di rêya aştiyê de tê avÊtin, ji bo demokrasî û destkeftiyan erênî ye. Li hêla din avakirina komîsyonê ya li Meclisê girîng e. Çûna Îmraliyê jî biryareke di cih de ye. Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, ji bo bi awayekî fermî naskirina Tevgera Kurd girîng e. Dê mijar bi Ocalan re were nîqaşkirin û nrixandin. Ji bo qonaxeke jêneveger, ev qonax girîng e. Aliyê Kurd tê temsîlkirin û nûnerê wan jî Ocalan e. Bi vê yekê re protokola şêweyê girtina dest a pirsgirêkê jî diyar dibe.”    MA / Omer Îbrahîmoglû