Jin Wezaretê dixwazin, lê AKP gavek din paşve çû 2018-07-11 13:09:57   STENBOL – Jinan beriya hilbijartinê ji hikûmetê Wezareta Jinê xwestin. Lê Îktîdara AKP'ê daxwaza jinan red kir û gavek şûndetir çû û Wezareta Malbatê Wezareta Xebatê û Xizmetên Civakî kirin yek. Serokomar Erdogan di kabîneya nû de Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî kirin yek û Zehra Zumrut Selçuk kir wezîr. Balkêş e Selçûk endama KADEM'ê ku keça Tayyip Erdogan rêvebera KADEM'ê ye.    Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan piştî sond xwar, kabîneya xwe hilbijart. Erdogan yekemîn kabîneya "Pergala Serokomariyê" aşkere kir. Piştî KHK'ya Hêjmar 701 hat weşandin, hêjmara wezîran daxistin 16. Gelek wezaret kirin yek û hêjmara wekîran kêm kirin. Yek ji van Wezîran jî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî  Zehra Zumrut Selçuk e.    'JINA BI MALBATÊ TÊ NASÎN NIHA JÎ WEKÎ JINA KARÊ MALÊ DIKE HAT HEPISKIRIN'   Bi salan e rêxistinên jinan ji hikûmetê dixwaze ku mafê jinê bê parastin û ji bo vê yekê jî dixwazin Wezareta Jinê bê avakirin. Lê her dem daxwaza jinan tê redkirin. Hikûmet li şûna daxwaza jinan qebûl bike, Wezareta Polîtikayên Malbat û Civakê xera kir û bi Wezareta Xebatê re kirin yek. Niha Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Xebatê ava kir. Feraseta ku jinê di nava malbatê de hepis dike vê carê jinê hem di malê de hepis dike û hem jî jinê wekî xebatkara nava malê pênase dike. Piştî Zehra Zumrut Selçuk bû wezîr, her kes meraq dike ku dê di qada jinê de xebat û xizmetek çawa bide.    DI KADEM'Ê YA NÊZÎ HIKÛMETÊ DE CIH DIGIRT    Zumrut Selçûk, di Komeleya Demokrasî û Jin (KADEM) ku keça Erdogan Sumeyye Erdogan Bayraktar rêvebera wê ye de endam bû. Selçuk, li Enqereyê nûnertiya komeleyê kiribû. Selçuk, ji 16 kesên di kabîneyê de cih digire tenê ji 2 jinan jinek e. Li Zanîngeha Teksasê astîstana hîndekariyê ye. Piştî 2007’an Di nava Teşkîlata Hevkariya Îslamê SESRIC de erka hîndekariyê kir. Hêj dîrektora Enformasyon û Îstatîstikên SESRIC'ê ye.    Têkildarî erka wê û pêşeroja jinan em bi Seroka Giştî ya Partiya Jinan Benal Yazgan re xaivîn.    ‘HÊLÊ VEŞARÎ YÊ ÎNKARA JINAN E'   Yazgan, diyar kir ku AKP 16 salin hêdî hêdî nîşaneya vê yekê dida xuyakirin û wiha got: "Jin bi salan in bi israr dixwazin wezareta jinê bê avakirin. Lê tevî vê daxwaza jinan, Serokomar ê ku got 'Jin û mêr ne wek hev in" vê polîtîkayê dixe meriyetê. Gav bi gav pergala xwe dixe beriyetê. Di vê serdema nû de dê bêtir jinê di malê de hepis bike. Dê jinê ne wekî endama malbatê bibîne. Jin dê teqez çalakiyek xurt bidin destpêkirin û derkevin kolanan. Jin vê yekê qebûl nakin. Dê îtîrazên xwe pir xurt bînin ziman. Em jî wekî partiya jinan çi ji destê me bê em dê bikin.      ‘JI KADEMÊ KESEK BIBE WEZÎR NE TESADUFÎ YE'   Yazgan, anî ziman ku KADEM bi saziya nêzî hikûmetê tê zanîn û wiha got: "Kesek ku di KADEM'e de xebitî be û wê bikin wezîr ev ne tesadufî ye. Ji xwe 16 salin gav bi gav polîtîkayên xwe dixist meriyetê. KADEM ji xwe ji bo vê yekê hat avakirin. Edalet tiştekî cuda ye, wekhevî tiştekî cuda ye. Niha dixwazin ku edalet wekî ku wekhevî ye bidin xwarin. KADER bi salan de qala wekheviye dikin. Li dijî vê yekê KADEM ava kirin. Niha ji ji KADEM’ê wezîr derdixin. Piştî vê yekê êdî tiştekî bê gotin tune ye."    ‘TÊKOŞÎN DÊ ZÊDE BIBE Û JIN DÊ DAKEVIN KOLANAN'   Yazgan, da zanîn ku di pêvajoyên wisa de daxwazên jinan û rêxistinên civakî her dem hatine paşguhkirin û wiha got: "Li vî welatî êdî rêxistinên civakî û sivîl çi dibêjin, çi dixwazin ne girîng e. Kes êdî li saziyan guhdar nake. Ji xwe gelek sazî jî girtin. Her ku diçin saziyên civaki ditepisînin. Bêtir ne wekheviya jin û mêr zêde dibe. Lê li hemberî vê yekê jin dê bê helwest nebînin. Jin dê têkoşîna xwe ya demokratîk bêtir zêde bikin. Dê jin bêtir dakevin kolanan.  Ger ku wekhevî tune be demokrasî jî pêş nakeve. Di nava partiyê de ew qas wekîlên aqilê wan li serê wan hebûn. Di serdema borî de tekildarî avakirina komîsyona îstîsmara zarokan, jinên gotin na hene. Jin piştî vê yekê ketin serdemek dijwartir. Divê jin li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Ji ber ku dema wekhevî tune be, demokrasî jî tue ye."    MA / Necla Demîr