Cîlvegozu carek din ji TIR’an re vebû 2017-10-18 12:33:53 HATAY –  Hat daxuyandin Deriyê Sînor ê Cîlvegozu ji îro şûn ve destûra têketin û derketina “TIR’ên bazirganî” dê bê dayîn.  Ji ber alîkariyê ji rêxistinên radîkal re vediguhezînin li ser daxwaza DYA’yê di 3’ê tebaxa 2017’an de Deriyê Sînor ê Cîlvegozu hatibû girtin, îro carek din ji nû ve hat vekirin. Dê tenê destûra alîkariya mirovî, zexîre, derman û malzemeyên paqjiyê bê dayîn. Ji îro şûn ve astengiya çûyîn û hatina “TIR’ên bazirganiyê” hat rakirin û dê tenê ev TIR bên û biçin. Piştî astengî rabû TIR ketin dorê û rêz dirêj bû.    Aliyê Deriyê Sînor ê Cîlvegozu ku derdikeve Sûriyê ji hela El Nusra vê tê kontrolkirin.