'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’ 2025-11-24 13:47:43 BALIKESÎR - Rêveberên DEM Partiyê yên Balikesîrê biryara komîsyona li Meclisê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî nirxandin û gotin ew di wê baweriyê de ne ku yên li dijî çûna Îmraliyê jî di demên pêş de piştgiriyê bidin pêvajoyê.   Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Balikesîrê têkildarî pêvajoya çareseriyê û helwesta CHP’ê ya li dijî serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin. Rêveberan, hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re erênî nirxandin.    Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê ya Balikesîrê Nîhat Sonmez, diyar kir ku qonaxa pêvajo gihiştiyê hesas e û divê kesek xemsar nêz nebe. Sonmez, bi domdarî got: “Yek ji bendewariyên ji pêvajoyê jî misogerkirina ziman û çanda Kurdî ya di destûra bingehîn de ye. Ma gelek dikare bêziman û bêçand bijî? Lewma jî ziman, çand û huner girîng e. Heke hûn zimanê gelekî jê bistînin, tiştek ji wî gelî namîne. Li ser çand, ziman û hunera Kurdî bişaftineke heye. Di salên dawî de bi têkoşîna gel û pêşengên wê pêşketin çêbû lê ev têr nake. Divê bi destûra bingehîn were misogerkirin. Hêj niha jî li Meclisê ji bo Kurdî dibêjin ‘zimanê nayê zanîn.’”    'BIRYARA KOMÎSYONÊ BIRYAREKE RAST E’    Hevserokê DEM Partiyê yê Burhaniyeyê Bayram Ozyolcu jî got ku daxwaz û bendewariya gel aştî ye û ev tişt anî ziman: “Nûnerê aştiya gelê Kurd jî birêz Abdullah Ocalan e. Hatina cem hev a bi Rêbertiyê re, tenê lingekî pêvajoyê ye. Biryara komîsyonê biryareke rast e. Di wê baweriyê de me ku yên neçûn jî dê di demên pêş de gavên baştir biavêjin. Dê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ji ber ku demokrasî û azadî ne tenê ji bo Kurdan e. Li dinyayê tu rêxistinan di qonaxa ewil de çek bernedan. Lê bi banga Rêbertiyê çek hatin danîn. Li gel vê, rêxistinê xwe fesix kir û çek şewitand. Divê dewlet jî gavan biavêje.”    'HEWCEYE HEMÛ GEL BIBIN YEK Û PIŞTGIRIYÊ BIDIN PÊVAJOYÊ’    Hevseroka DEM Partiyê ya Ayvalikê Nûrhan Aygun jî got: “Biryara çûna Îmraliyê biryarekî di cih de ye. Em dixwazin hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin. Divê hemû gel bibin yek û piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê. Bi taybet jî bila mafên jinan hebin. Em naxwazin êdî bên kuştin. Di pêvajoyê de uslub girîng e. Heke li Meclisê uslubeke baş were bikaranîn, dê baştir û bi rehettir bixebitin.”