Welatiyên paşnavên wan eynî ne hatin binçavkirin 2017-10-18 12:28:30 MÊRSÎN - Duh li Mêrsînê teqînek pêk hat, 4 kes hatin binçavkirin. Polîsan bi ser mala Taybet Tugrul de girt bi gotinên wekî "Kî ev teqîn pêk anî. Nav bidin me an em ê we hemûyan bibin" gef li malbatê xwarin. Duh li Duryana Dîkenliyolê ya Okan Merzecî dema maşîneya polîsan derbas dibû teqînek pêk hat, îro li taxa Demîrta a navçeya Toroslarê serdagirtinên malan pêk hatin. Di serdagirtina polîsan de welatiyên ku paşnavên wan Tugrul hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyonê de Munîr Tugrul, Abdulkerîm Tugrul, Şefîk Tugrul û Sakîne Tugrul hatin binçavkirin.   'EM DIRÊJ KIRIN Û PÊ LI ME KIRIN'   Munîr Tugrul aşkera kir ku polîsên bi ser malên wan de girtine, ew derb kirine û heqaret li wan kirine û wiha got: "Berê jî polîsan bi ser malên me de girtibû; lê polîsên vê carê hatin derî şikandin. Em li erdê dirêj kirin û bi pêlavan em pêpez kirin, çek rastî me kirin. Ev hemû tişt li ber çavê zarokan qewimîn."   POLÎS: NAV BIDIN AN EM Ê WE HEMÛYAN BIBIN   Dayik Tugrul destnîşan kir ku serdagirtin ji ber teqûna duh pêk hatiye, polîs bi gotinên wekî "Kî ev teqîn pêk anî. Nav bidin me an em ê we hemûyan bibin" gef li me xwarin. Tugrul piştrast kir ku tu eleqeya wan bi teqînê re tune, dîsa jî heqaret li wan kirine.   Kesên di serdagirtina malan de hatin binçavkirin birin Miduryeta Polîsan a Navçeyê.