Endama SES’ê li Mêrsînê hat binçavkirin 2018-07-11 11:08:28   MÊRSÎN - Endama SES’ê Zelîha Yaman Yavuklu di serdegirtina malê de hat binçavkirin.    Li Mêrsînê polîsan serê sibê bi ser mala endama Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Sêrtê Zelîha Yaman Yavulu de girtin û binçav kirin. Yavuklu ya hat binçavkirin berî 5 salan di Şaxa SES’ê ya Sêrtê de dixebitî û hat diyar kirin Yavuklu ji ber vê sedemê hat binçavkirin.    Yavuklu ya hat binçavkirin, birin Midûryeta  Polîsan a Mêrsînê.