Cezakirina kuştina 301 karkeran tenê 15 sal e 2018-07-11 10:56:46   MANÎSA – Di doza 301 karkerên di karesata madene ya Somayê de jiyana xwe ji dest dan biryar derket û ji sûcê “Biqisûr kes kuştin” 15 sal cezayê hepsê li xwediyê madenê Can Gurkan birîn. Ji ber biryarê gelek malbat aciz bûn. Li ser qewimîna rageşiyê bersûcan ji salonê derxistin û navber dan danişînê.    Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê gulana 2014’an de 301 karker di karesata madenê jiyana xwe ji dest dabûn. Doz hatibû vekirin 5 jê girtî 51 kes tên darizandin. Îro jî danişînya biryardayînê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê tê dîtin. Xwendina biryara ji bo bersûcan hat destpêkirin.   Xizmên 301 karkeran, parêzer û rojnameger derbasî hundir kirin.    Beriya danişînê li derdora dadgehê bi maşîneyên zirxî û sedan polîsan tedbîr hatin girtin. Parlamenterên HDP, CHP û nûnerên saziyên demokratîk jî dozê dişopînin.    Biryara dozê serokê dadgehê Salîh Pehlîvanoglu xwend.    15 SAL CEZA DAN XWEDIYÊ MADENÊ    Biryara cezakirina xwediyê firmaya madenê Can Gurkan jî hat xwendin. Ji sûcê “Biqisûrî kes kuştin” 15 sal cezayê hepsê lê birîn û dewama girtina wî hat dayîn.    Li Midurê Giştî Ramazan Dogru 22 sal û 6 meh cezayê hepsê, li Midurê Şixulînê Akin Çelîk 18 sal û 6 meh cezayê hepsê û li Midurê Teknîkê Îsmaîl Adali jî 2 sal û 6 meh cezayê hepsê hat birîn.    Dema biryar hat aşkerekirin malbatan li dijî biryarê bertek nîşan da. Li salona danişînê rageşî derket û li ser vê yekê bersûc ji salonê hatin derxistin. Hin malbat gelek aciz bûn û xemgîn bûn. Ji ber rageşiyê navber dan danişînê.  Dê danişîn dewam bike.