Polîtîkayên xizmeta tenduristiyê xwediyê nexweşxaneyê kir wezîr 2018-07-11 09:52:46   ENQERE - Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Sinan Adiyaman, diyar kir ku polîtîkayên tenduristiyê ya hişmendiya bazirganiyê pêş xist, xwediyê nexweşxaneyê Fahrettin Koca kir Wezîrê Tenduristiyê. Adiyaman, destnîşan kir ku ev encama projeya “Di tenduristiyê de veguhestin" e.    Serokê Lijneya Rêveberiyê û Heyeta Mutevellî yê Zanîngeha Medipolê Fahrettin Koca di pergala nû ya Serokomariyê de bû Wezîrê Tenduristiyê. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê yekê zêde de. Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Sinan Adiyaman û Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden bertek nîşanî vê yekê dan. Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Sinan Adiyaman, destnişan kir ku AKP di bin navê projeya "Di tenduristiyê de veguhestin" de hemû xizmeta tenduristiyê kiriye bazirganî û Tenduristi jî arizî kiriye. Adiyaman, da zanîn ku Serokê nexweşxaneyek taybet bibe Wezîr ne li gorî sinc û pîvanên civakê ye û wiha got: “Xwediyê nexweşxaneyek taybet bibe wezîr ne sincî ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Em wekî TTB'ê alîgirê tenduristiya civakî ne. Em li dijîn ku xizmeta tenduristiyê têxin xizmeta bazirganiyê. Me polîtikayên AKP’ê yên tenduristiyê di sala 2003'an de rexne kiribû. Me diyar kiribû ku ev polîtîka nayê qebûlkirin. Lê îro encama van polîtîkayan xwediyên nexweşxaneyên taybet dikin wezîr.    XIZMETA TENDURISTIYÊ DÊ BÊTIR TÊKEVE XIZMETA BAZIRGANIYÊ   Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden jî anî ziman ku kabîneya nû ya hikûmetê hişmendiya şîrket û bazirganiyê pêş dixin. Erden, anî ziman ku dema li kabîneya nû dinerin dê di şer de israr bikin û wiha got: "AKP beriya hilbijartina 24'ê Heziranê di giştînameya xwe ya hilbiartinê aşkere kir. Di vê giştinameyê de bi awayekî zelal aşkere kir ku dê polîtîkayên 16 salan ên di tenduristiyê de veguhestinê berdewam bike. Dê polîtîkayên xerabkirina tenduristiyê bidomîne. Îro em dibînin ku xwediyê nexweşxaneya taybet kirin Wezîrê Tenduristiyê. Serokê Komeleyên Nexweşxaneyên Vakifê Fahrettin Koca dê bêtir xismeta tenduristiyê arizi bike û her tişt dê êdî bibe pere. Welatî dê karibe bi qasî pereyên xwe sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigire. Lê li dijî vê pergalê biryara têkoşîna me didome. Em dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin."