Li dijî Adnan Oktar û koma wî operasyon 2018-07-11 09:24:55   NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî Adnan Oktar ê ku di nava raya giştî de wek “Adnan Hoca” tê nasîn û koma wî operasyon hat destpêkirin. Operasyona ku navenda wê Stenbole li 5 bajaran derbarê 235 gumanbar de biryara binçavkirinê hat derxistin.    Li dijî Adnan Oktar ku di nava raya giştî de wek “Adnan Hoca” tê nasîn û li dijî kom û alîgirên wî operasyona ku navenda wê Stenbol e dest pê kir. Di çarçoveya operasyonê de derbarê 235 gumanbaran de biryara binçavkirinê heye. Bi sedan polîs tev li operasyonê bûn û ji hewa ve jî operasyon hat şopandin. Di encama ser girtina malan de Adnan Oktar û gelek alîgirên wî hatin binçavkirin.    Adnan Oktar li mala xwe ya li Çengelkoyê hat binçavkirin û hat îdiakirin ku parêzvanê Oktar li dijî polîsan derketine û nîqaş kirin e.    Miduriyeta Polîsan a Stenbolê derbarê operasyonê de daxuyanî da û got ku Oktar û koma xwe bi sûcdariyên ji avakirina rêxistinê heta îstîsmarkirin û tacîza zayendî, xapandin, şantaj û gelek mafê kesan astengkirin hatine binçavkirin.