Li dijî biryara CHP'ê bertek 2025-11-21 18:13:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dengdayîna li meclisê biryara çûna komîsyonê ya Îmraliyê hat dayîn. Lê ji ber ku CHP'ê nehişt endamên wê daxilî vê bibin, ev biryar bû cihê bertekan.    Li Meclisê civîna 18'emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê pêk hat. Di dengdayîna hat kirin de, biryara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat dayîn.    Lê CHP'ê daxuyand ku dê endamên wan di nava şandeyê de ku biçe Îmraliyê, cih negirin. Ev biryara CHP'ê bû cihê bertekan.    Parlamenterê CHP'ê yê berê yê Stenbolê Mehmet Bekaroglû got: "Wê her tişt xweş buya, lê mixabin nebû. CHP'ê biryara neçûna Îmraliyê da û bi hinceta civîn girtî tê kirin terka civîna komîsyonê kir. Ez dibêjim wê serokê me yê giştî birêz Ozgur Ozel ji raya giştî re beje ku çima dengdêrên kurd dehf daye."    Siyasetmedar ûfûk Ûras jî got: "Belkî jî AKP, bi reqîbê xwe yê herî dijwar CHP'ê baş dizane, ji ber wê zerfa Îmraliyê vekir û di meseleya herî girîng a Tirkiyeyê de CHP'ê ber bi xeta Partiya Zaferê û Îyî Partiyê ve dehf dide."    Rojnamevan-nivîskar Gurkan Çakiroglû jî got: "Neçûn mafê CHP'ê ye. Eynî wekî Partiya Îyî û Partiya Zaferê. Lê difê tiştên eletewş ên wekî rûniştina eşkere/veşarî hwd. ji bo biryara xwe nekin hincet. Bi tirs vê biryarê girtin. Qet nebe bila bêtirs li pişt vê biryarê bisekinin. Di hilbijartinên 2023'yan de dengdêrên DEM'ê bi awayekî blok dengê xwe dan Kiliçdaroglû. Tew mînakeke hêsan; Kemal Beg li Îzmîrê ji sedî 67, li Amedê ji sedî 72 deng wergirt. Li heman Amedê dengen CHP'ê ji sedî 7 in. Yanî paraleliya di navbera dengdêrên DEM Partiyê û yê wê de pir bihêz e. CHP'ê ku di warê siyasetê de külek e û bi vê rewşa xwe firsend da Erdogan ku hefsarê burokrasî û darazê di dest xwe de digire. Ger binirxîne, di warê siyasetê de ji bo Erodgan qadeke berfireh vebûye. CHP'ê tişta ku Erdogan 10 salan kir, yanî bi zimanê terorê nikare li Erdogan bixe. Bi her awayî xwe di qadeke teng de asê kir. Di meseleya kurd de, Îmamoglû ji xeynî gotinên populîst wêdetir neçû. Nikaribû wê qada bikonfor a taybet derbas bike. Tenê ne CHP, ji bo Tirkiyeyê windahiyeke mezin e. Bi rastî jî pir xemgîn im. Pir."    Rojnamevan Îrfan Aktan jî got: "AKP, bi ew qas çewisandin û hîleyan CHP'ê ber bi derveyî pêvajoyê ve dehf dide. Hêvîdar im CHP'î wê fêm bikin ew bi biryara desthilatê neçûne Îmraliyê."    Rêveberê Lêkolîna Rawest Roj Gîrasûn, ev tişt parve kir: "Partiyeke siyasî ku li derveyî lihevkirina li ser çareseriya mijareke di rojeva sereke ya Tirkiyeyê de dimîne, nikare îdîaya xwe ya birêvebirina welat bidomîne. Wêneya ku di dema pêvajoya biryardanê de derket holê dide xuyakirin ku CHP li şûna ku siyaseta xwe pêşkêş bike û li gorî wê bertek nîşan bide, li gorî bertekên heyî siyaseta xwe diyar dike. Li şûna analîza ‘Ozgur Ozel êdî vediguhere lîdertiyê’, bi helwesta ku danî holê, refleksên serokwekîlê koma xwe yê berê tîne bîra mirov.”