ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-11 09:00:18 * Seroka YAKA-KOOP'ê Gulmay Gumuşhan, anî ziman ku bûyerên îstismarkirina zayendî ya li hemberî zarokan li welatên ku darvekirin lê hene bêtir rû didin û got: "Beriya nîqaşkirinên derbarê darvekirinê de, divê dadgeh pêşî daxistina ceza ya rewşa çê ya ji bo kiryarên îstismarê dikin rakin."  * 10 meh berê li Erdîşê texsîvan Zafer Ceylan hatibû kuştin. Heta niha di lêpirsîna derbarê mirina Ceylan de tu qewimîn rû nedane. Birayê Ceyhan Nûrî Ceyhan got: "Em naxwazin sûcdar winda bibin."    * Welatiyên ku di çend salên dawî de ji ber qedexeyan û oeprasyonan nikarin biçin zozanan, hema bêje hepsî nav bajêr bûne. Colemêrgiyan bilêv kir ku wan bêriya ava sar û hênkayiya zozanan kiriye û dema ew diçin zozanan ew bêtir xwe azad hîs dikin.    * Nexweşxaneya Îhtîsasa Bilind a Kirikkaleyê rapora tenduristiyê ya bêdem dabû hikimxwarê Rêxistina Sûc a Organîzeyî Alaattîn Çakici. Wasiyên girtiyên enxweş bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Girtiyên nexweş ên ku rewşa wan ji a Çakici girantir hene. Eger tiştek bê kirin divê ji bo hemû girtiyên nexweş bê kirin."    * Ziynet Saglam ku di dema oeprasyona li hemberî Efrînê de hat girtin û paşê bi "endamtiya rêxistinê" hat tawanbarkirin û girtin. Saglam, diyar kir ku wê birine Ezaz û Dîlokê û li navendên aîdî MÎT'ê hatiye îşkencekirin.    * Welatiyê binavê Abdullah Koçer ê di 15’ê Adarê de li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê qeza derbas kir û li nexweşxanê dihat derman kirin, piştî cezayê lê hatibû bûrîn hat erêkirin bi sandelyeya tekerlikê ku hat edliyê, li wir hat girtin.   * Li qadên Gabar, Cûdî, Besta û Kato Jîrka yên Şirnexê, operasyonên leşkerî ku demeke destpêkirine didomin. Li van herêman tevî şewata daristanan gelek dar jî hatin jêkirin.    * Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran, bal kişand ser rewşa Arîn a 1 salî ku li gel dayika xwe girtî ye û tevî nexweşiya astimê nayê berdan û wiha got: "Ev hiqûqa dijminantiyê ye. Divê civak ji bo Arîn û hemû zarokan hestiyar tev bigerin.    * Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê dê civîna xwe pêk bînin. (10:00)   * 75'emîn danişîna doza Gerinendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bidome. (10.00)   * Danişîna doza Rojnameger û rewşenbirê Kurd Musa Anter û Doza Sereke ya JÎTEM'ê dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam bike. (10:00)   * Komek rojnameger ji bo xebatkarên ETHA'yê Havva Cuştan û Îsminaz Temel bên berdan dê li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Înîsiyatifa Dixwazim Bijîm, bi armanca dawî li kuştina zarok û îstîsmara zayendî bê dê li Qada Khalkedon a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê dê li dijî OHAL'ê û KHK'yan li Şaxa Hêjmar 1 a Egîtîm Sen'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.30)