Vedat Aydin hat bibîranîn 2018-07-10 20:36:35   AMED - Serokê HEP'a Amedê Vedat Aydin ku JÎTEM'ê ew revand û kuşt, di 27'emîn salvegera mirina xwe de ji aliyê malbatê, siyasetmedarên kurd û hezkiriyên xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de birayê wî Veysî Aydin axivî û got: "Ji sala 1925'an ve dewlet bi heman ferasetî nêzî kurdan dibe û ev feraset qet neguheriye."    Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991'ê de JÎTEM'ê ew ji mala wî ya li Kolana Îstasyonê ya Amedê binçavkir û kuşt û cenazeyê wî li Madena Xarpêtê hat dîtin, di 27'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. HDP'ê çalakiya bîranînê li darxist. Tevî malbata Aydin, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari, Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, hevserokên DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak, heval û hezkirinên Aydin tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê dua hatin kirin.    Hevserokê DBP'a Amedê Îbrahîm Çîçek di bîranînê de axivî û got: "Hevrêyê me yê li vira razayî, berhema cinayeteke kiryar nediyar e. 27 sal berê ev kuştin çêbû. Tenê ne Vedat Aydin, 23 mirovên me yên din jî ji aliyê kesên bi rûpoş hatin kuştin. Em ê têkoşîna hevrêyên xwe bidomînin. Em ê têkoşîna Vedat Aydin bidomînin."    'DI SALÊN 90'Î DE DIAVÊTIN ÇALÊN ASÎTÊ NIHA DAVÊJIN ZINDANAN'    Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari anî ziman ku ew û Vedat Aydin bi hev re di nav xebatên siyaseta kurd de cih girtine û got: "Vedat Aydin di siayseta kurd de pêşengek bû. 27 sal derbas bûn. Di salên 1990'î de hevrê Vedat Aydin ji ber polîtîkayên şerî û qirêj hat kuştin. Di salên 90'î de em dikuştin diavêtin qeraxên rêyan, çalên asîtan lê niha jî davêjin zindanan. Vedat Aydin di nav me de ye, dijî. Em ê têkoşîna wî bidomînin."    ‘NÊZÎKATIYA JI BO KURDAN NEGUHERÎ'    Kekê Vedat Aydin VEysî Aydin jî anî ziman ku bi kuştina Vedat Aydin gelê kurd hedef hatiye girtin û êdî ew li kiryarên wî nagerin. Aydin, bilêv kir ku di ser mirina Vedat Aydin re 27 sal derbas bûne û di vî 27 salî de bi hezaran mirov hatine kuştin û got: "Ji sala 1925'an ve dewlet bi heman ferasetî nêzî kurdan dibe û ev feraset qet neguheriye. Heta ku ev feraset neguhere, dê gelê kurd tim hedef bêg irtin. Kujerê Vedat Aydin jî ev feraset e. Sed sal berê jî daxwaza gelê kurd jiyaneke di çerçoweyeke mirovane de bû, niha jî. Ji bo vî mafî nedin kurdan zilm li wan kirin."    Aydin, destnîşan kir ku gelê kurd ligel hemû polîtîkayên zilmê yênd ewletê jî dev ji daxwazên xwe bernedaye û got: "Divê êdî gelê kurd bê naskirin. Heta ev çênebe, dê gelê kurd jî û Tirkiye jî zirarê bibîne. Divê vîna gelê kurd bê naskirin. Bi mudaxilekirina wî aliyê sînor, bi bombebaranan pirsgirêk çareser nabe."