Serokên partiyên siyasî yên bajêr: Divê tavilê gav bên avêtin 2025-11-19 09:18:53   WAN -  Serokên bajêr ên Partiya Saadet, Partiya DEVA û CHP’ê, ji bo ku pêvajoya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk ve hat destpêkirin mayînde be, diyar kirin ku divê tavilê gavên qanûnî bên avêtin.   Pêvajoya ku ji bo  pirsgirêka Kurd di zeminê demokratîk de bê çareserkirin bi Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat destpêkirin, bi gavên biryara fesixkirin, bêçekkirin û vekişandina hêzên Tevgera Azadiya Kurd bo “Qadên Parastinê yên Medyayê” yên PKK'ê avêt ve domand. Dewlet û desthilatdarî, ji bilî damezrandina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, hîn gavek şênber neavêtiye. Serokên Saadet, DEVA û CHP’ê yên Wanê mijar nirxandin û diyar kirin ku divê gavên qanûnî bên avêtin û pêvajo bê pêşvebirin.   ‘DIVÊ JI BO PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ ZEMÎNA QANÛNÎ BÊ AMADEKIRIN’   Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan, diyar kir ku ew ji nêz ve pêvajoyê dişopînin û got: “Bi salan gelek kes li vî welatî, nexasim di temenekî ciwan de, jiyana xwe ji dest dan. Diviyabû êdî mirin bihatana rawestandin. Bendewariya me ya herî mezin ew e ku ev pirsgirêk bi temamî ji holê rabe û ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin û tekezkirin. Niha bi pêvajoya nû re, di serî de divê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê zemîna qanûnî bê amadekirin, ligel wê jî divê herêm bê geşkirin. Divê xalên ku di qanûnên welatê me de pirsgirêk in, bên guhertin. Madem li welêt perwerdehiya bi Îngilîzî heye, divê bi Kurdî jî hebe, ji bo vê jî verastkirina destura bingehîn pêwîst e. Di bingehê pirsgirêkê de edalet heye. Divê her kesê ku pêvajoyê birêve dibe jî jidil be.”   ‘BAWERIYA BI KOMÎSYONÊ NEMA’   Serokê Partiya DEVA'yê yê Wanê arêzer Ahmet Sonmez jî diyar kir ku komîsyona ji bo pêvajoyê hatiye damezrandin, tu bingehek wê ya qanûnî nîne û ev tişt got: “Komîsyon di zemîna hiqûqî de tu bingehek wê nîne. Heke sibê hikumet bibêje ‘ez komîsyonê qebûl nakim’, dikare wê bigire. Ji ber vê yekê em dibêjin divê gav bi lezgînî bên avêti. Li gorî fikra me tayînkirina qeyûman, demokratîkbûn û naskirina mafên hiqûqî deren dixin. Mixabin ji roja damezrandina komîsyonê ve baweriya bi komîsyonê nemaye. Lêbelê, baweriya me ya bi serkeftina komîsyonê tam e. Daxuyaniyên me yên ji roja damezrandina komîsyonê ve ev in, em bihêvî ne, dîsa jî em rêveçûna komîsyonê pîroz dikin.”   ‘DIVÊ KOMÎSYON LI OCALAN GUHDARÎ BIKE’   Sonmez bal kişand ser pêwîstiya guhdarîkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Rêxistinê kongreya xwe ya 12’yan li dar xist û biryara fesixkirinê da. Hemû van qonaxan di çarçoveya pêşniyarên rêzdar Ocalan de pêk hatin, ji ber vê yekê divê Komîsyon li rêzdar Ocalan gudar bike û tiştên ew bibejê girîng in. Lê berî her tiştî, divê rayedarên têkildar ji civakê re bibêjin bila Komîsyon here Îmraliyê an na. MHP ji bo çûyîna Îmraliyê israr dike, lê partiyên siyasî yên ku li dijî vê ne jî hene. AKP li ser vê mijarê hîn gavek şênber neavêtiye. Divê Serokomar xwedî li vê pêvajoyê derkeve û nêrînên xwe yên li ser çûyîn an neçûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê bi awayekî aşkera diyar bike.”   ‘TIŞTÊ KU JI NIHA Û PÊ DE DIVÊ BÊ KIRIN GAVÊN QANÛNÎ NE’   Sonmez diyar kir ku tekane tiştê ku ji pêvajoyê tê hêvîkirin avêtina gavên qanûnî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyon bêçekkirinê armanc dike, ger bêçekkirin bibe, divê wê di zemîna hiqûqî de bi cih bike. Tiştên ku tê hêvîkirin avêtina gavên qanûnî ye. Hem welat hem jî herêm pir westiyan, ji bo vê divê em xwedî li pêvajoyê derkevin û berpirsiyariyê li xwe bigirin. Pirsgirêka girtiyên siyasî, pirsgirêka qeyûman heye, bi sedan pirsgirêkên mafên bingehîn ên mîna van hene ku em dikarin li ser wan biaxivin. Em daxwaz dikin ku ev mafên bingehîn û pirsgirêkên ku dikarin pêşî li vê çareseriyê bigirin, yek bi yek bên gotûbêjkirin û di zemîna qanûnî de bên bicihkirin.”   ‘JI BO SERKETINA PÊVAJOYÊ DIVÊ ÇI JI ME TÊ EM BIKIN’   Serokê CHP’ê yê Wanê Seracettîn Bedirhanoglu jî diyar kir ku pêşveçûna pêvajoyê bê qeza û bela gelekî girîng e û got: “Bêguman hin nîqaş û krîzên biçûk çêdibin. Ev tên derbaskirin û wekî ku ez dibînim jî tên derbaskirin. Banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ji bo Abdullah Ocalan, banga Abdullah Ocalan ji bo rêxistinê, li Silêmaniyê şewitandina çekan ji aliyê PKK’ê ve û vekişîna rêxistinê ji Tirkiyeyê, herwiha damezrandina Komîsyonê bi serokatiya Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş gelekî girîng in. Pişgiriya serokê me yê giştî Ozgur Ozel û ya partiya sereke ya muxalefetê û partiyên din ji bo pêvajoyê û beşdarbûna wan a çalak di komîsyonê de. Li gorî me ev hemû giring in. Bêguman, pirsgirêka Kurd birîna welêt a sedsalekê ye. Divê êdî ev pirsgirêk bê çareserkirin û êdî çek wekî alternatîf neyê axaftin. Ji bo serketina pêvajoyê divê çi me tê em bikin.”   ‘HEWCEYE GIRTIYÊN SIYASÎ BÊN BERDAN’   Bedirhanoglu bi bîr xist ku verastkirinên qanûnî pêwîst in û wiha pê de çû: “Pêwîst e ku verastkirinên qanûnî li ser bingeha têgeha edaletê bên kirin. Divê komîsyon zêdetir li ser vê mijarê bisekine û Meclisê bixe nava tevgerê. Divê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên mîna wî tavilê bên berdan. Lê dema ku hûn Selahattîn Demîrtaş serbest berdin û Ekrem Îmamoglu di girtîgehê de bihêlin, bawer bikin ku hûn nikarin van mirovan bi aştiyê bawer bikin. Divê qeyûm ji hemû şaredariyên welêt bi lezgînî bên vekişandin.”   ‘PÊVAJO ŞEFAFIYÊ DIXWAZE'   Bedirhanoglu destnîşan kir ku rêbaza herî girîng verastkirinên di zemîna destura qanûnî de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez herî zêde giringiyê didim şefafiyê, ji ber ku li cihekî ku sî lê zêde bin, kirde an pir nezelal dibin an jî winda dibin. Divê welatî bên agahdarkirin. Dewlet, burokrasîû rêveberên rêxistinê diaxifin û nîqaş dikin. Welatî ne mecbûr in ku hemû hûrgiliyên vê yekê bizanibin, lê divê bi awayekî guncaw  bên agahdarkirin. Her herêm xwedî hesasiyet û sîstemên xwe yên taybet e. Divê xebat li gorî van hesasiyetan bên kirin.”   MA/ Lutfî Pala